Hevpeymanîya Dijî DAIŞê wê onlayn bicive

Hevpeymanîya Dijî DAIŞê wê onlayn bicive

Hevpeyamanîya Navdewletî ya Dijî DAIŞê wê 4ê Hezîranê de bi awayekî onlayn bicive. Wezîrên derve yên dewletên di koalîsyonê de dê ser tunekirina DAIŞê biaxifin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihandîye ku dê civîn bi mazubanîya Wezîrê Derve Mike Pompeo û hevtayê wî yê Îtalî Luigi Di Maio kom bibe.

Ji seranserê cîhanê wezîrên 82 dewletan dê beşdarî civîna onlayn bibin.

Serokê Amerîka Donald Trump par serketina dijî DAIŞê ragihandibû lê jiber êrîşên dawî yên tundrêyan yên li Afrîqa û Afganistan, iraq û Sûrîyê jinûve fikar çêbûne.

Li alîyê din tê çaverêkirin ku wezîr li ser kêşeyên ku vîrusa korona çêkirine jî biaxifin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin