Herêma Kurdistanê dê daxwaza statûya konfederal bike

Herêma Kurdistanê dê daxwaza statûya konfederal bike

Tê gotin ku eger hemwarkirina Qanûna Esasî ya Iraqê bi zîyana gelê kurd be wê çaxê Herêma Kurdistanê dê daxwaza statûya konfederalîyê bike.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Parlementoya Iraqê duhî çend biryar bi navê daxwazîyên xwepêşanderan pesend kir. Yek ji wan biryaran ew e ku komîteyek bo hemwarkirina Qanûna Esasî ya wî welatî pêk were.

Li ser vê mijarê, çavkanîyekî nêzîkî serkirdetîya sîyasî ya Herêma Kurdistanê ji BasNewsê re got, eger hemwarkirina Qanûna Esasî ya Iraqê bi zîyana mafên gelê Kurdistanê be wê çaxê Herêma Kurdistanê jî dê daxwaza sîstem û statûya konfederalîyê bike.

Di nav wê komîteyê de serokên firaksîyonên PDK, YNK û Gorranê jî cîh digirin. Parlementera PDKê li parlementoya Iraqê, Hedar Zubêr ji BasNewsê re got, heta niha nayê zanîn kîjan madeyên Qanûna Esasî ya Iraqê dê bên hemwarkirin. Lê li gorî qanûn û pîvanan dê hêsan nebe ku mafên gelê Kurdistanê bên xwarin.

Hedar Zubêr li ser sîstema konfederalîyê jî got, bê guman eger mafên gelê Kurdistanê bên binpêkirin û xwarin wê çaxê kurd jî dê gotina xwe bêje. Lê heta niha zelal nîne dê kîjan made bên guhertin û hemwarkirin, kengê ew mijar zelal bû wê çaxê kurd jî dê gotina xwe eşkere bike.

Parlementerekî YNKê bi navê Taha Hemed Emîn jî li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, îhtimal heye ew madeyên ku girêdayî mafên gelê Kurdistanê ne, nehên destkarîkirin. Vê gavê pêwendîyên me û Bexdayê baş in. Ji ber wê jî em îhtimal nadin ew destê xwe li mafên me bidin. Lê dîsa jî divê em amade bin bo her tiştekî.

Çavkanî: Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin