Hejmara mirîyên nexweşîya Koronayê gihîşt 724 kesan

Hejmara mirîyên nexweşîya Koronayê gihîşt 724 kesan

Zêdetirî 2100 nexweşîyan jî baş bûne

A+A-

Navenda Nûçeyan - Hejmara wan kesên ku ji ber nexweşîya Koronayê canê xwe ji dest dane, gihîşt 724 kesan.

Mirî û berkeftîyên nexweşîya Koronayê li Çînê û cîhanê her ku diçe zêde dibin.

Li gorî amarên dawî, hejmara kesên ku ji ber nexweşîya Koronayê canê xwe ji dest dane, gihîştîye 724 kesan ku tenê du kes li derveyî Çînê mirine, yên din hemû li nav Çînê de ne.

Li gorî agahîyan, hejmara berkeftîyan jî gihîştîye 34 hezar û 569 kesan.

Tê gotin ku li Çînê du hezar û 109 kes û li welatên din jî 36 berkeftîyên Koronayê baş bûne.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin