Hejmara kuştî û birîndarên xwepêşandanên Iraqê zêde dibin

Hejmara kuştî û birîndarên xwepêşandanên Iraqê zêde dibin

Komîsyona mafên mirov ya Iraqê hejmara kuştî û birîndarên xwepêşandanên vê dûmahîkê yên Iraqê ragihand.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Komîsyona mafên mirov ya Iraqê hejmara kuştî û birîndarên xwepêşandanên vê dûmahîkê yên Iraqê ragihand.

Xwepêşandan û alozîyên ku ji roja 25 vê mehê li Bexda û çend bajarên din yên Iraqê dest pê kiribûn, heta niha jî didomin. Di wan xwepêşandanan de gelek kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Komîsyona mafên mirov ya Iraqê ragihandîye, heta niha 74 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin û sê hezar û 654 kes jî birîndar bûne.

Destpêka vê mehê jî li paytext Bexda û çend bajarên din yên Iraqê xwepêşandan hatibûn kirin. Di wan alozîyan de jî bi dehan kes hatibûn kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bibûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin