HDP û YSP: Em dê di gera duyem de jî piştevaniya Kiliçdaroglu bikin

HDP û YSP: Em dê di gera duyem de jî piştevaniya Kiliçdaroglu bikin

.

A+A-

 Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk (YSP) îro di daxuyaniyekê de helwesta xwe ya ji bo hilbijartina gera duyem a hilbijartina Serokkoamriya Tirkiyê aşkere kirin. HDPê û YSPê ragihandin ku ew dê di gera duyem a hilbijartinê de piştgiriyê bidin Kiliçdaroglu. Dengdêr û alîgirên HDP-YSP jî li hember rêkevtina di navbera Umît Ozdag û Kemal Kilicdaroglu de dilgiran û nerazî ne.

Partiya Demokratîk ya Gelan HDPê û Partiya Çepên Kesk YSPê bi daxuyaniyeke hevbeş helwesta xwe ya di derbarê gera duyem ya helbijartinên serokomariya Tirkiyê eşkere kirin. HDP û YSPê tevî nerazîbûna xwe ya li hember lihevkirina Serokê Partiya Zafer Umit Ozdag û berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu dîsa jî biryar da ku piştgiriya Kemal Kiliçdaroglu bike.

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar got, “Em kemînên ku li pêşiya me hatine danan dibînîn, lê em dîsa jî dev ji armanca xwe ya guhertina demokratîk, edalet û azadiyê bernadin, ji ber wê me berê jî helwesta xwe li dijî rejîma qesrê nîşan dabû em ê niha vê de jî bi heman şêweyî li ser polîtika û helwesta xwe berdewam bin.”

Dengdêr û aligîrên HDPê ûYSPê jî ji ber lihevkirina Umit Ozdağ û Kemal Kilicdaroğlu dilgiran û nerazîne lê b beşek aligirên HDP û YSPê xwe weke bêalternatîf dibînin û her dîsa dê dengê xwe bidin kemal kilicdaroğlu

Welatî Mehmet Suleymanoglu anî ziman, “Kurmanc ji xwe berê bêxwedî bûne, em destê xwe biavêjin çi jî tiştek bi dest me nakeve, destê Kurda vala dimîne, Kurd ji her tiştî bêpar mane lê dibe ku Kiliçdaroglu hinekî ji yê din çêtir be wisa xuya dike.

Dengdêrekî HDPê got, “Ez bi xwe alîgirê Umît Ozdag û Kiliçdaroglu nînim. Ji ber ku ew me dixapînin û em dizanin ka Umît Ozdag ji çi kokê hatiye. Çiqas xwe baş bikin jî em dizanin ka ew kî ne, ew ji me re nabin insan merivên baş, ew ji me û xelkê me û welatê me re baş nabin û nabin alîgirên me.”

Kemal Kiliçdaroglu û Umit Ozdag li ser 7 xalan li hev kirin ku di nav wan xalan de berdewamiya sîstema qeyûman û operasyonên serbazî yên artêşa Tirkiyê û vegerandina koçber û penaberên Sûrî jî hene.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin