Mustafa Kalpak

Mustafa Kalpak

Hemû nivîsên nivîskar >

HDP û 7 partî û tevgerên siyasî yên yên Bakurê Kurdistanê

A+A-

Li Diyarbekirê çendekî berê HDP û 7 partî û tevgerên siyasî yên yên Bakurê Kurdistanê li ser hevgirtina hilbijartinên herêmê "lihev kirin" û biryar dan ku bi navê HDPê beşdarî hilbijartinê bibin.

Li ser hilbijartina şarederîyan de partîyên kurdî nabêna xwe de û hin partî jî di nava xwe de bûn du alî. "Tifaq a kurdî " di bin siwana HDPê de be an dervê sîwana HDPê de be? Bi HDPê an bê HDPê beşdarê hilbijartinê bin?

1

Armanca partî û tevgerên kurdan ku li ser tifaqa hilbijartinê bi HDPê re kirine çi ne?

Partî û tevgerên kurdî yên ku bi HDPê re tifaqê dikin xwedî du armancan e. Yek; ew ji vê tifaqê îstifade dikin ku temsîlkarîya sîyasî qezenc kin û him jî hin rêvebiriya şaredarîyan bidestxînin.

Didu; hin partî û rexistin ji bilî armanca qezenckirina nasnameya sîyasî û bidestxistina şarederîyan heman demê de ji tifaqê îstifade dikin ku damara sîyaseta kurdewarî di nava HDPê de xurt be.. Bi gotineke din dixwazin fraksîyoneke kurdistanî nava HDPê de çêbe. Îdîa nakim stratejîyek wiha vekirî heye û xwedîyê vê stratejiyê jî belû ne, na! Lê stratejîyen wiha jî ji aqla ne dûr e. Ji bela ķu HDP xwedîyê pir serî ne. Partîyek e cepheyî yên kurd û tirkan e. (partîyan gelan e)

Çima partîyên Kurdistanê sevdalîyê HDPê ne û pê re "tifaqê" çêdikin?

Ez ê çima raya xwe bidim namzetên HDPê? Çi hawildanên baş ji hêla şarederîyên HDPê ve hatîye kirin destnişan bikim û ji xelkê, ji bo wan, ray bixwazim?

Îdîa "tifaq a HDPê" wek nimûna vîzyona HDPê ber bi Tirkiyeyîbûnê ve guherî ye û zêdetir ber bi Kurdîbûnê ve diçe, nerast e.

HDP partî û tevgerên kurd yên dora xwe rehîn girtîye: "tu bi HDPê re tevnegerî, tu AKPê xurt dikî li Kurdistanê". An, ger HDP neyê xurtkirin dê AKP xurt be, li Kurdistanê. Bi gotinek din "tu ne jimin bî, ji yê din î". HDP lêgerînên ji bo rêyên din "webalek giran" dihesêbîne, ew wek heram dinirxîne.

Yên bûne sebeb a hinceta keyyumman kîne?

Ne ji bela polîtikaya bêberpirsiyariya birêvebirina beledîyên yên dest HDPê bi xwe ye?

Şaredarîyen dest HDPê çima hifza xwe ji şaşitîyên PKKê nekir?

Çima dezgên şaredarîyan û serokên wan xwe kirin şirîkên çewtîyên PKKê? Ev ne webaleke mezin e gelo?

HDP ne kanibûye desthilatdariya şaredarîyên xwe li himberî PKKê biparêze. HDP îro jî ew garantîya nade. Rêvebirên şaredarîyên HDPê berpirsîyarîyên xwe bicîh neanîne. Kesên wiha dîsa namzet têne nîşandan?

HDP ne partîyeke ji bo çareseriya pirsa ne. Ne fonksîyonel e. Ew bi xwe jî roleke wiha nagre ser xwe. HDP partîyeke protestokirinê ye. ji bo kesên dervê xwe megafonê dest xwe girtîye. HDP partiyek e bi serê xwe nîne. Bahanê wî qedîya ye.

Di "deklerasyona tifaqê" de ev rêzên li jêr wek temenî hatîye rêz kirinê,; "Ya herî giring jî ev e, daxwaza Kurdan ku îro hemû gelê me dike yek, ango perwerde û fêrbûna bi zimanê dayikê di serî de û têkoşîna ji bona mafê çarenûsa netewa xwe ku me Kurdan hevbeş dike, bi vê hişmendîyê emê di şaredariyan de helwesteke netewî-demokratik pêş de bibin".

Ji bo mafê çarenûsa netewa me kurdan ”emê di şaredariyan de helwesteke netewî-demokratik pêş de bibin". Dema mirov li salên bihurî dinêre tu eser xuyan nake.

Ka kî kane bêje salên di bihûrî de HDP ji bo ew daxwazên standart yên li jor ku me gişa eleqeder dike, xebatên yên konkret kirine. Em îro jî bêjin, em ji HDP memnûn in, hewceye dîsa em rayên xwe bidine HDPê. Gava mirov li paş xwe dinêre, di vî warî de bodroya HDPê ne tijîye.

2

Stratejîya sereke ya HDPê li Kurdistanê bi AKPê re têkeve reqabetê û zêdetirîn şarederîyan bi dest bixîne. Ev rayên bilind ji "tifaqa milletê" re bike pêplûk ji bo ew HDPê cidî bistînin. HDP dixwaze şarederîyan ji bo hilweşandina Erdoganî wek zemîneke bi kar bîne. HDP hilweşandina Erdoganî ji xwe re kirîye meseleya sereke. Duh slogana wan "em ê te Serok nekin”! Îro bûye: ”Emê te daxînin”!

Ev "tifaq"a bê hesap û bê kîtap piştgirîya berdewama siyaseta HDPê dike. Partîyên kurdan eslê xwe de bi HDPê re ne di "tifaqê" de ne, ew piştgirîya HDPê dikin. HDP jî rêvebiriya hin şaredarîyan li wan belav dike. Lê li ser biryarên sîyasî de tû tesîra van partîyan tûne ye. Ev partî û tevgerên ku "tifaqê" bi HDPê re kirine, îmkana wan a li ser modelên şarederîyan xwedî gotin û bîryar bin, tuneye.

Ev partî û tevgerên ku bi HDPê re tifaqê kirine xwe kirine rewşa pabendîyê (bağımlık durumu) û siyaseta hevjîyanî (symbîyos) çê dikin. Bi vî awahî, xwe pê xwedî dikin (pragmatîzm- enstrûmentalîzm). Ew, HDPê teorî û pratîkê de dikin partîyeke "pro Kurdish" û "tevgera azadiya kurd" ya bê alternatîf. "Temsîla sîyasetê" didin dest HDPê. Ji aliyê din ve HDP, diqîre, xwe perçe dike, ji dewletê, hikûmetê, mixalefetê re dibêje "haho em ne partîyake kurda ne". Ev problemek e, paradoksek e.

Di hilbijartina 31 Adarê de bandora ev partî û rêxistinên biçûk ku li ser rêjeya dengên HDPê guhertinek bike tûneye. Lê tesîra wan ya dengvedanê, qezenceke mezin e ji bo HDPê. "Tifaqa Kurdan" di bin sîwana HDPê de çêbû" û "Kurd heta nuha belav bûn, lê HDPê kurdan dora xwe civand û yekîtiya wan afirand". Ev risim ji nuha ve tê xuyakirin.

Partîyên biçûk dîreksîyona pir-serî yên HDPê nikanin têxin bin bandora sîyaseta xwe.

Di dêlivê de, ev partîyên biçûk destûrê didin HDPê ku ew şekil bidin siyaseta kurdî û unvana "tevgera navenda azadiya kurd" jî (kürt ana akım) bigre dest xwe. Ev ji hêla wan ve tê "tescîlkirinê". Her çikas HDP dibêje "ez ne partîya kurda me" jî, kirasê mîsyonek wiha lê tê kirinê. 

Ew partîyên kurdî ku HDPê re di nava "tifaqê" de ne, reqabeta wan a ku bi HDPê re dikin, dixe zehmetiyê. HDP bi vê "tifaqa" ha ku li bin sîwana xwe de ava kirîye, mesaja "tifaqa Kurdan" li gel min e, nîşanî alemê dide.

Ev tevger û partî xwe ji dûre HDPê bigirta li ser ferqîyên xwe, bi partîyên kurdî yên din re, li ser "cepheka kurdistanî" girîngîya xisûsîyetên xeta sîyaset a mîllî û millet bûn (îdolojî ya netewî) beşdarê hilbijartinê bibûna; mimkûn bû rêya rayên "nasyonal-motîv" çêbûna û ber bi "cepha kurdî" ve kanalîze bibûna. 

Helbet hişmendîya netewî bi xwe têr nake. Divê behsa modela xizmeta şarederîyeke nû, behsa şaredarîyeke ne partîzanî bê kirin. Xelk divê xizmeta şarederîyan di jîyana xwe ya de ji nêzîk ve hîs bike. Di navçên ku "tifaqa millî" ya ku ez difikirim, bi serê xwe beşdarê hilbijartinê bibûna, wê zêdetir tesîr bikira, sinyal û mesajê din bida endam û hilbijêrên HDPê yên ku rayên xwe bi "saîkên kurdî "bikar tîne.. Ev tişt ne bi HDPê, bê HDPê dibê. Xwezî partîyên kurdî yên biçûk bi hev re, li ser "tifaqa milî" li ser erda welatê xwe li hev bikira.

Hilbijartina 31 Adarê de bandora ev partî û rêxistinen biçûk yên bi HDPê re tifaqê kirine dê li ser rêjeya dengan de guherindinek çêneke. Lê risma "tifaka kurdan" li ser hesabê HDPê dide xûyakirin û ev psîkolojîk serdestîyek mezin dide dest HDPê. HDPê wek " mala kurda" nîşan dide.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar