HDP: Peyama Barzanî bo 4 parçeyên Kurdistanê cîhê keyfxweşîyê ye!

HDP: Peyama Barzanî bo 4 parçeyên Kurdistanê cîhê keyfxweşîyê ye!

Li ser peyama Serok Barzanî Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) û Serokê berê yê PYDê, Salih Muslim keyfxeşîyên xwe anîn zimên

A+A-

Bassnews

 

Nûnerê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP)ê li herêma Kurdistanê piştevanîya partîya xwe bo helwêstê Serok Barzanî ragihand.

Nûnerê HDPê li herêma Kurdistanê Abîd Îke ragihand, peyama Serok Barzanî pir giring bû, ji ber Trump dixwest babetê bixe çarçoveya pare û deyndarîyê ve, lê Barzanî jê re got, xwîna gel ji pare giringtir e.’’

Herwaha bibîranî ku ‘’Dema pêwîstbû Barzanî Pêşmerge rêkire Kobanê, îro jî em dibînin daxwaz ji Rûsyayê dike pişta kurdan bernede.’’

Abîd Îke dîyar kir, Serok Barzanî di asta navnetewî de xwedî pêgehe û guh lê tê girtin, ji ber wê jî ‘’Em daxwaz dikin banga Barzanî ya aştîya navçeyê bê bilind kirin.’’

Nûnerê HDPê aşkera kir, peyama Serok Barzanî li bakurê Kurdistanê jî dengdanekî wê yê zêde hebûye û nav xelkê û çapemenîyê û torên civakî de jî pêşwazî lê hatîye kirin û got: ‘’Xelkê Bakurê Kurdistanê piştevanîya berfireh li peyamê kir û cîhê keyfxweşîyê bû bo her çar parçeyên Kurdistanê.’'

 

Salih Muslim: Bila helwesta hemû kurdan li ser Rojava mîna ya Barzanî be

Her wiha Serokê berê yê PYDê, Salih Muslim jî dibêje, divêt helwesta tevahîya kurdan li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê mîna helwesta Serok Mesûd Barzanî be.

Serokê berê yê PYDê Salih Muslim, ku berpirsê pêwendîyên derve yên TEV-DEMê ye jî, li ser helwesta Serok Barzanî li ser Rojavayê Kurdistanê gotîye, Barzanî dikare bi rêka hevpeymanîya navdewletî ya dijî DAIŞê hewla sekinandina êrişên Tirkîyê bide.

Salih Muslim pesnê bersiva Barzanî bo serokê Amerîka Donald Trump daye û gotîye, bila helwesta tevahîya kurdan mîna helwesta Barzanî be û “em spasîya helwesta kak Mesûd dikin”.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin