Hasekê: 8 beşên zîndana Sînaa hatin kontrolkirin

Hasekê: 8 beşên zîndana Sînaa hatin kontrolkirin

.

A+A-

Şer û pevçûn li derdora girtîgeha Sinaa ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çekdarên DAIŞê de berdewam e. Herwiha hêzên HSD û hêzên Amerîkî îro 8 avahiyên zîndana Sînaa ya Hesekê kontrol kirin.

Peyamêrê Rûdawê Berzan Ferman ragihand şer û pevçûn li derdora girtîgeha Sinaa ya li taxa Xuwêran a bajarê Hesekê di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û çekdarên DAIŞê de berdewam e, ku çekdarên DAIŞê ji roja Pêncşemê 20ê Çile ve di wê girtîgehê de dest bi yaxîbûneke mezin kirine.

Hêzên Brîtanî beşdarî operasyonê bûn

Berzan Ferman da zanîn ku hêzên Brîtanî jî bi otomobîlên xwe yên zirxî li derdora girtîgeha Sinaa ya li taxa Xiwêran beşdarî operasyona li dijî DAIŞê bûn.

Peyamnêrê me ragihand ku îro Sêşemê 25ê Çileya 2022yan Hêzên Sûriya Demokrat û hêzên Amerîkî derbasî zîndana Sînaa ya Hesekê bûn û karîn 8 avahiyên wê zîndanê ku di destê çekdarên DAIŞê de bûn kontrol bikin.

Ferman herwiha da zanîn ku balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî bi ser asimanên li derdora girtîgeha Sinaa difirin.

250 çekdaran xwe radest kir

Berzan Ferman da zanîn ku her îro Navenda Ragihandina HSDê jî belav kiriye, 250 çekdarên DAIŞê xwe radestî hêzên wan kirine û hejmara çekdarên xwe radest kirine gihişte 550 çekdaran.

Bi gotina Berzan Ferman liv û tevgera şaneyên DAIŞê li deverên din ên Rojavayê Kurdistanê zêdetir bûne û her îro li Gundê Hîmo 9 çekdarên şaneyên DAIŞê hatin desteserkirin. Herwiha li navçeya Amûdê jî 2 çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin.

Hewla desteserkirina çekdaran berdewam e

Derbarê çekdarên reviyan de jî Berzan Ferman eşkere kir ku hewlên şervanên HSDê û endamên asayişa navxwe jî ji bo desteserkirina berdewam e, herwiha beşek ji xelkê sivîl jî li hemberî wan çekdarên reviyan çek hilgirtine. Ferman herwiha anî ziman ku tê gotin dibe hejmarek çekdar xwe gihandibin sînorê Herêma Kurdistan û Iraqê jî.

HSDê li Hesekê 9 dîl ji destê DAIŞê rizgar kirin

HSDê her îro ragihand, hêzên wan 9 karmendên girtîgeha Sinaa rizgar kirine û di berdewamiya operasyonên xwe de li taxên Xiwêran, Zihûr û derdora çemê Xabûr li başûrê Hesekê 17 çekdarên DAIŞê kuştine.

HSDê amaje bi operasyona xwe li taxa Zihûr a bajarê Hesekê dike û dibêje, “Li taxa Zihûr operasyonên lêgerînê yên hêzên me li dijî terorîstên DAIŞê berdewam in ku xwe di malên sivîlan de asê kirine. Di encamê de 5 terorîstên xwekuj ên êrişker hatin kuştin.”

14 çekdar hatin kuştin

Di beşeke daxuyaniyê HSD dibêje, li taxa Xiwêran, hêzên wan operasyoneke serdegirtinê li dar xist, di encamê de şer derket û 9 çekdar ku 2 jê xwekuj bûn, hatin kuştin.

Li gor Navenda Ragihandinê ya HSD, li başûrê Heseke jî li ser çemê Xabûrê, operasyonên wan berdewam in û di encama şer û pevçûnan de, 3 çekdar hatin kuştin.

HSD daye xuyakirin ku wan çekdaran “plan dikirin alîkariya çeteyên ku di girtîgehê de ketine dorpêçê bikin.”

Di gihandina alîkariya tibî de astengî hene

Desteya Tenduristiyê ya Rêberiya Xweser ragihand ku niha pêwîstiya bajarê Hesekê bi alîkariyên tibî heye, lê parêzgerê Hesekê karê rêxistinên navneteweyî yê gihandina alîkariyên tibî ji bajarê Hesekê re asteng dike.

Desteya Tenduristiyê ya Rêberiya Xweser dibêje di vê demê de ku operasyonên leşkerî li bajêr bedewam in û gelek birîndar hene.

Çi bibû?

Şeva Pêncşembê 20ê Çileya 2022, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Girtîgeha Sinaa ya li taxa Xuwêran a Hesekê alozî derketiye û çekdarên DAIŞê yên li wê girtîgehê dest bi yaxîbûnê kirine û hejmarek çekdarên şaneyên nihênî yên DAIŞê jî li derveyî girtîgehê êrişî girtîgehê kirine.

Ji bo kontrolkirina rewşê, HSDê û Asayişa Rojavayê Kurdistanê ketin amadebeşiyê û hêzên zêdetir şandin bajarê Hesekê û derdora taxa Xuwêran û Girtîgeha Sinaa bi temamî dorpêç kirin.

Ji wê demê ve heta îro şer û pevçûn di navbera HSDê û çekdarên DAIŞê de berdewam in û HSDê ragihandiye, 10 hezar şervan di kontrolkirina rewşa ne asayî ya li bajarê Hesekê de beşdar in.

HSDê du roj beriya niha ragihand, di şerê 3 rojan de 175 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 27 şervanên wan jî şehîd bûne.

HSDê herwiha duh Duşemê 24ê Çile ragihand ku 300 çekdarên DAIŞê yên yaxî bûbûn, xwe radestî hêzên wan kirine. Di daxuyaniya HSDê de hat gotin: “Piştî bangên xwe radestkirina ewle û radestkirina çekan, hêzên me îro saet 5ê sibehê girt ser avahiyeke girtîgeha ku çete tê de bûn, derdora 300 çeteyî xwe radestî hêzên me kirin.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin