Guterres: DAIŞ xwe li Iraq û Sûrîyê rêk dixe

Guterres: DAIŞ xwe li Iraq û Sûrîyê rêk dixe

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) ragihand, ew pêşbînî dikin ku li gel vîrûsa Coronayê çend metirsîyên din jî li ser cîhanê çêbibin.

A+A-

Antonio Guterres dibêje, eger heye ku li cîhanê terora bîyolojîk û êrîşên sayberî jî zêde bibin û got, rêxistinên DAIŞ, El-Qaîde, Nazîyên nû û Çerm Spî hewl didin ku ji vê rewşa aloz a cîhanê sûdê bibînin.

Guterres bal kişande ser hebûna DAIŞê li Iraq û Sûrîyê jî û got, DAIŞ dixwaze xwe ji nû ve rêkbixe, lewra dibe ku êrîşên bîyolojîk jî encam bide.

Guterres daxwaz ji welatên cîhanê jî kir ku di mijara rûbirûbûna teror û êrîşan de hevahengîyê li gel hevdu bikin û zanyarîyên îstîxbaratî jî bidin hev.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin