Girîngiya Til Rifetê ku Tirkiye hewl dide êriş bike

Girîngiya Til Rifetê ku Tirkiye hewl dide êriş bike

.

A+A-

Tirkiyê careke din asta gefên xwe yên serbazî li dijî navçeyên li jêr destê HSD û hêzên Kurdî û hevpeymanên wan li navçeya Şehbayê li bakurê Sûriyê bilind kiriye. Til Rifet xwedî girîngiyeke stratejîk e.

Balafirên Tirkiyê duh Înê, hişyariyên nivîskî bi ser bajarê Til Rifetê de weşandibûn û tê de gotibû, ku ew êw ê “navçeyê ji PYD û PKK paqij bikin.”

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi tundî rexne li gefên Tirkiyê digire. Di daxuyaniyeke rojnamevanî de, Berdevkê HSDê Aram Hena dibêje, “Zêdekirina gefên serbazî  yên Tirkiyê di vê dema dawî de dê navçeyê ber bi rewşeke xirabtir ve bibin. Êrîşên Tirkiyê gefeke rasteqîn e bo ser navçeyên ku HSD berê ji DAIŞê rizgar kirine.”

Ji aliyê xwe ve, grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ku navê `Artêşa Niştimanî` li xwe kirine, HSDê bi hevahengiyê li gel Rûsya li dijî artêşa Tirkiyê û hêzên opozisyonê tohmetbar dike.

Berdevkê Fermî yê `Artêşa Niştimanî` Yûsif Hemûd, ji Rûdawê re di vê derbarê de got, “Hevahengiya Rûsya li gel hêzên HSD, milîsên PYD, ev hevahengî diyar bûye, pir zelal bûye. Em dibînin ku hevahengî di armancgirtinê de heye, Rûsya ji asman ve êrîşî navçeyê azadkirî dike û milîsên HSD jî êrîş dikin çi bi riya rokêtan be, yan jî vê dawiyê bi topxaneyê û Kornêt be û tê zanîn ku Kornêt çekeke Rûsî ye.”

Hevserokê Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Dirar, ji Rûdawê re ragihand, glopa kesk ji Tirkiyê nehatiye vêxistin ku êrîşeke nû li bakurê rojhilatê Sûriyê encam bide.

Riyad Dirar dibêje, “Roniya kesk nîne ji aliyê Rûsya û Amerîka, û ez bawer dikim ku heta amadekariyên ku niha di navbera Rûsya û Amerîka de tên kirin, nîşan didin ku hevahengiyeke astbilind di navbera herdu aliyan de heye da ku rê nedin pêşhateyeke wiha bibe.  Bi herhal, amadekariyên Tirkiyê armanca wan ew e ku fişarê bibin ser hemû aliyan.”

Li ser asta navdewletî, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price derbarê gefên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistan daxuyanî da û ragihand ku divê Tirkiye û HSD rêzê li agirbestê bigirin.

Li hember gefên Tirkiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê, artêşa Sûriyê hêzên zêde bi çekên giran bo navçeyên rûbirûbûnê yên li gel çekdarên opozisyonê yên li bakurê rojavayê Sûriyê dişîne.

Girîngiya Til Rifetê ji wê yekê tê ku li devera Şaehba bajarokê herî nêzîkî sînorê Tirkiyê ye ku hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) lê hene, herwiha Firokexaneya Minnix a Leşkerî jî li bakurê rojavayê Til Rifetê ye ku di kontrola hêzên Kurdî de ye.

Til Rifet û çend gundên wê deverê ku niha di kontrola YPGê de ne, ji rojhilat, bakur û rojava ve ji aliyê hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê û ji başûr ve jî ji başûr ve jî ji aliyê hêzên Sûriyê ve dorpêçkirî ye.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin