Germîyan û Kerkûk ji bo Rojava çalakî li dar xist

Germîyan û Kerkûk ji bo Rojava çalakî li dar xist

Li bajarokê Rizgarî yê Kelarê û li Kerkûkê bi tevlêbûna gelek welatîyan, êrîşa dagirkerîya dewleta tirk a li dijî rojavayê Kurdistanê hate şermezar kirin

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Bi armanca şermezarkirina êrîşa dagirkerîyê ya dewleta tirk û çeteyên wê ya li dijî rojavayê Kurdistanê û piştgirîya bi gelê Rojava û şervanên wê re, li bajarokê Rizgarî yê Germîyanê û Kerkûkê gelek kes daketin qadan û çalakî li dar xistin.

Di vê çarçoveyê de bi pêşengtîya Enîya Niştimanî ya Li Dijî Dagirkerîyê di saetên êvarê de li bajarokê Rizgarî ya ser bi navçeya Kelar a Germîyane ve meşeke girseyî li dar xist. Di meşê de nûnerên rêxistin, hizbên sîyasî, mamostayên olî û xelkê bajarokê amade bûn. Meş di nava bazara bajarok de hate lidarxistin.

 

‘Armanca êrîşê tunekirina destkeftîyên Rojava ne’

Li ser navê xelkê bajaroka Rizgarîyê daxuyanîyek hat dayîn û daxuyanî ji hêla Goran Gomarî ve hate xwendin. Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku armanca dewleta tirk a ji êrîşan ew e ku destkeftîyên Rojava tune bikin û axa Rojava dagir bikin. Her wiha hate gotin ku dagirkirina Rojava di heman demê de tê wateya dagirkirina başûrê Kurdistanê ye. Welatîyan piştgirîya xwe ya bi berxwedana gelê Rojava re anîn ziman.

 

Çalakîya Kerkûkê

Bi heman boneyê li Kerkûkê jî di saetên êvarê de li bazara Rehîmawa ya Kerkûkê jî çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de li ser navê çalakvanan Heval Dara daxuyanîyek xwend û ev tişt destnîşan kir: “Em weke xelkê bajarê Kerkûkê van êrîşên hov û derveyî mirovahî yên li ser gelê bê guneh ê rojavayê Kurdistanê û bê helwestîya hêzên serdest, şermezar dikin. Em dixwazin ku hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê jî li dijî van êrîşan helwestek xwe ya cidî nîşan bidin.” 

Çavkanî: E-Rojname

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin