Esnafên Amedê: Em perîşan bûne!

Esnafên Amedê: Em perîşan bûne!

.

A+A-

Esnafên Amedê anîn ziman ku ji ber şewbê û krîza aborî zehmetiyê dikişînin. Esnafan destnîşan kir ku hikûmetê tu alîkarî nekiriye û hindik mane derabeyên xwe deynin. 

Li semta Dîclekent a navçeya Peyas a Amedê, nêzî 150 esnaf ji ber pandemiyê û krîza aborî zehmtiyê dikişînin. Her wiha ji ber ku kargeh girtîne, bi sedan xebatkar jî betal mane. 

8 MEHAN GIRTÎBÛ

Sezer Tûgrûl ku 15 sal in dikana wî ya taştê heye, anî ziman ku ji ber pandemiyê dikana wî 8 mehan girtî maye. Tûgrûl, bilêv kir ku piştî şewb belav bû 15 kesên li dikana wî dixebitîn dest ji kar berdane. Tûgrûl, destnîşan kir ku dewletê bi tu awayî alîkariya wan nekiriye. 

‘EM PERÎŞAN BÛNE' 

Tûgrûl got: "Hevalên me yên mecbûr man dest ji kar berdin û niha li malê ne, meaş nagirin. Tu fêdeyeke dewletê negihaştiye me. Hevalên me ne dikarin heqê kirêya xwe bidin ne jî heqê fatûreyên xwe. Nikarin qût jî bikirin. Dikan girtiye, lê ez kirê didim. Xwediyên dikanan doza kirêyên xwe dikin. Dewlet jî heqê ceryan û ava dikanan jî dixwaze. Em serwîsa pakêtî dikin, lê mirovên di mal de wê bi kîjan pereyî bikirin. Ên li malê jixwe naxebitin. Heger wisa dewam bike em ê dikanê bi temamî bigirin. Her kes perîşan bûye." 

‘EM BETAL MAN' 

Cafer Tayinlamak ku kafeya wî heye, anî ziman ku dikana xwe beriya pandemiyê bi çar mehan vekiribû, lê belê piştî qedexeyên derketina derve dest pê kirin, pir zehmetî kişandine. Tayinlamak, bilêv kir ku dikan girtiye jî lê dîsa jî heqê kirê, av û ceryanê didin û ji ber vê 13 karker ji kar derxistine. Tayinlamak got: "Em jî wekî karkerên ku me ew ji kar derxistine betal in. Heya niha kesî alîkarî nekiriye. Min ji milyonekê zêdetir mesref kir. Divê alîkariya esnafan bê kirin." 

Aşpêj Adem Deger jî anî ziman ku niha dest bi serwîsa pakêtan kirine, lê belê çerxa wan nazîvire. Deger, diyar kir ku berê 40 kes li ba wan dixebitîn, lê belê niha 15 kes dixebitin û got: "Ziman bêhestû ye. Dibêjin, lê tiştek tune ye. Hema ji bo kirê tiştek bikirana û alîkariya van karkeran bikirana wê baş bûna. Mesrefa dikanê û karkeran 7 hezar TL ye. Em bi deyn ji dostan distînin, pê deynê xwe didin. Dewlet, divê xwedî li welatiyan derkeve. Alîkariya zengînan dikin, lê ji bo feqîran tiştek tune ye. Tenê di vî du mehî de em bi 30 hezarî xisirîn. Ma wê dewletê vê zirara min bide? Xwediyên dikanan jî kirêya xwe dixwazin. Dibêjin em ê ji bo kirê alîkarî bikin, lê nakin. Em diçin ku derî girtiye." 

‘40 KES BETAL MAN' 

Mehmet Altûnbay ku şîrînayiyê çêdike, anî ziman ku beriya pandemiyê rewşa karê wan baş bû, lê belê piştî pandemiyê hema bibêje sîparîş qet nayên. Altûnbay, destnîşan kir ku ji ber vê ji mecbûrî 40 karker ji kar derxistine û got: "Axirê dikan a me ye, an jî em nemabûn. Heya niha me çi dabû ser hev me giş xwar." 

Altûnbay, destnîşan kir ku heya niha kesî alîkariya wan nekiriye û got: "Karker meaşê betaliyê digirin, lê ma dê ew meaş têra kê bike. Gelek eks mexdûr bûne." 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin