'Êrîşên li dijî Elewiyan encama polîtîkayên desthilatê ne'

'Êrîşên li dijî Elewiyan encama polîtîkayên desthilatê ne'

.

A+A-

Êvara Şemiyê êrîşî 1 jê cemxane 3 saziyên Elewî yên li Enqerê hat kirin. Êrîş di roja yekem a Rojiya  Miheremê de dema Elewî li ser îbadetê xwe xwe bûn pêkhat û 2 kes birîndar bûn. Serokê Komeleyên Elewî yên Demokratîk Mustafa Karabudak got “Êrîşên li dijî Elewiyan encama polîtîkayên desthilatê ne.”

Duh 30ê Temûzê yekem roja Rojiya Miheremê, li bajarê  Enqerê yê Tirkiye bi hemwextî êrîşî Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), Cemxaneya Ana Fatma, Cemxaneya Şahê Merdan, Komeleya Gundê Gokçebelê û Weqfa Elewiyên Bektaşî yên Tirkmen hat kirin.

Dedeyê Cemxaneya Şah-i Merdan got "Em li vir kombûn daku Îbadetê xwe bikin. Me dê  Hêdî hêdî dest bi cema xwe kiriba. Wê demê hinek canên me luqmeyên xwe anîn û me diayên xwe kirin. Piştî 1-2 xulekan ciwanek hat û kursiyek rakir û avêt nav cemxaneyê. Kursiya duyem rakir, li vir canek me rûniştibû û dema kursî avêt bi wî ket û ew heval ket erdê. Ev ji îbadetê me re nabe asteng ew çi bikin bila bikin ev hezar û 400 sal in em li vî welatî hene."

Êrîşa li dijî Elewiyan ji aliyê serokên beşek ji partiên opozîsyonê ve bû sedem karvedanan. Serokê Partiya Devayê Alî Babacan, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu û Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener li ser hesabên xwe yên medya civakî êrîş  şermezar kirin û piştevaniya xwe bo Elewiyan ragihandin. Şandeke CHPê jî piştî bûyerê serdana Komeleya Xwedî Derketin û Avakirina Malên Çandê ya  Şah-ı Merdan kir ku ew jî ber êrîşê ketibû.

Parlamentera CHPê Gamze Taşcier dibêje “Em dixwazin demildest kesên ev çalakiya provakatîv kirine bên dîtin û karûbarên pêwîst derbarê wan de bên kirin.”

Rêveberiya Ewlekariya Enqerê bi daxuyaniyeke nivîskî  ragihand kesê bi navê A.O.K ew hersê êrîş pêkanîne û di demek kurt de ji aliyê tîmên wan ve hatiye destserkirin. Wezîrê Navxwe yê Tirkiye Suleyman Soylu jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî  bûyer weke provakasyon binav kir û ragihand bûyer dê ji hemû aliyan ve bê lêkolînkirin.

Serokê Komeleyên Elewî yên Demokratîk Mustafa Karabudak anî ziman “Ev encama wê polîtîkaya desthilata siyasî ye ku ji duh heta îro elewiyan cihê dike û li dijî wan zimanê nefretê bikartîne. Em vê wiha pênase dikin. Ev êrîşeke li dijî hemû elewiyan. Em bang li desthilata siyasî dikin ku erkê xwe bicihbîne û hesabê bide.

Bi gotina berpirsên komeleyên Elewiyan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê derdora 25 milyon Elewî hene ku beşeke zêde ya  wan jî Kurd in. Ev ne yekem êrîş e ku li Tirkiye li dijî Elewiyan pêktê û heta  niha çendîn car ji ber ol û baweriya xwe  hatine komkujkirin jî ku  Komkujiyên Sêwaz,  Gumgum û Meletiyê û bûyerên Taxa Gazî ya Stenbolê û  Çorumê yên  herî sereke û dîroka nêzîk in. Di van bûyeran de bi giştî zêdeyî 200 Elewî  hatine kuştin û bi sedan Elewî jî hatine birîndarkirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin