Erdogan Serokê Banka Navendî ji kar dûr xist

Erdogan Serokê Banka Navendî ji kar dûr xist

.

A+A-

 Bi biryara Serokomariya Tirkiyê, Serokê Banka Navendî Nacî Agbal ji kar hat dûrxistin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Banka Navendî Nacî Agbal ji kar dûr xist. Biryara ji kardûrxistina Agbal di Rojnemeya Fermî de hat belavkirin.

Li şûna Nacî Agbal, parlamenterê berê yê AK Partiyê yê Bayburtê Prof. Dr. Şahap Kavcioglu ku di heman demê de akademîsyenê Zanîngeha Marmarayê ye, ji aliyê Serokomarê Tirkiyê ve wek Serokê Banka Navendî hat destnîşankirin.

Ev yek di demekê de ye ku roja 18ê vê mehê, Banka Navendî, gelek zêdetir ji wê ku dihat çaverêkirin, sûda bankî ji %17 kiribû ji %19. Herdu serokên Banka Navendî yên berî Agbal jî ji aliyê Erdogan ve ji kar hatibûn dûrxistin.

Rojnameya Yenî Şafak a nêzikî AK Partiyê, biryara zêdekirina sûdên bankî ya Banka Navendî kiribû manşet û wek “operasyoneke li dijî mezinbûna Tirkiyê” binav kiribû.

Serokê nû yê Banka Navendî Şahap Kavcioglu jî li dijî wê biryarê ye di nivîsa xwe ya di heman rojnamê de 9ê Sibatê de gotibû, “Pêwîst e Banka Navendî li ser siyaseta xwe ya sûda bilind bi rijd nebe. Di demekê de ku li cîhanê sûdên bankî nêzikî sifir in, em sûdê bilind bikin, dê pirsgirêkên aborî çareser neke.”

Di dîroka Komara Tirkiyê de ev cara yekem e ku di heyama 20 mehan de bo cara çarem Serokê Banka Navendî tê guhertin.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin