Erdogan: DYAyê dest bi vekişandina kirîye

Erdogan: DYAyê dest bi vekişandina kirîye

Erdoganî derbarê daxuyanîya Mala Spî de axivîye û gotîye ku DYAyê dest bi vekişandina leşkerên xwe yên ji herêmê kirîye.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan

 

Erdoganî derbarê daxuyanîya Mala Spî de axivîye û gotîye ku DYAyê dest bi vekişandina leşkerên xwe yên ji herêmê kirîye.

Recep Tayyîp Erdogan, Serokomarê Tirkîyê û Serokê Giştî yê AKPyê berîya ku biçe Sirbistanê li Balafirxaneya Ataturkê civîneke çapemenîyê li dar xistîye.

Di dema civînê de li ser pirsa ku hatîye kirin, “Mala Spî gotîye ew ê piştgirîyê nedin operasyona Tirkîyê, nebin perçeyek ji wê” bersiv daye û diyar kirîye ku DYAyê dest bi vekişandina leşkerên xwe yên li herêmî kirîye:

“Derbarê vê mijarê de, piştî hevdîtina me ya duh bi şev weke birêz Serokî jî dîyar kiribû, dest bi vekişandinê kirine.

“Niha li vir muxatabên beramberî hev, xebatên xwe berdewam dikin, ew ê berdewam bikin. Ev ji xwe ne tiştekî nû ye, beriya wê jî heye.”

“Serok Trumpî fermana xwe daye”

“Birêz Trumpî fermana xwe ya derbarê vê mijarê de daye û ferman kirîye ku bila vekişin lê ev hinekî bi derengî ket.

“Digel derengmayînê jî li vê herêmê hevdîtin her hatin kirin. Niha piştî hevdîtina duh ew ê ev hevdîtin bi biryardarî bên kirin.

“Weke ew gotina me her gavê digot, me gotibû, em ê şevekê ji nişka ve werin. Em vê biryardariyê berdewam dikin. Lewre ne mimkun e ku em êdî gefên rêxistinên terorê qebûl bikin.”

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin