Erdogan: Divê Em Jî Bibin Xwediyê Çekê Atomî

Erdogan: Divê Em Jî Bibin Xwediyê Çekê Atomî

Erdogan amaje bi Îsraîlê kir û got, Îsraîl jî xwedî mûşekên atomî ye û bi van mûşekan gefan li her kesî dixwe.

A+A-

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di derbarê navçeya aram de hişyariyê dide û dibêje, eger di maweya çend hefteyan de hêzên wî welatî bi pratîkî navçeya aram kontrol nekin, “ji bilî bijardeya serbazî ti bijardeyek di destê Enqerê de namîne.”

Derdora mehekê ye ku Amerîka û Tirkiye li ser pêkanîna navçeya aram li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê li hev kirine, lê belê heta niha jî aliyên beşdar di rêkeftinê de bi temamî razî nebûne.

Bi taybet Tirkiye bi temamî ji rêkeftina navçeya aram razî nîne û dixwaze ku hêzên wî welatî, wê navçeyê kontrol bikin.

Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan derbarê navçeya aram de hişyariyê dide û ragihandiye, eger di rojên bihê de leşkerên wî welatî li navçeya aram neyên bicihkirin, Tirkiye dê bi hêz wê mijarê yekalî bike.

Erdogan herwiha daye xuyakirin, eger hêzên Tirkiyê di çend heftiyên bihê de li wê navçeya aram bicih nebin, ti bijardeyeke din li ber destê Enqerê namîne, ji bilî “bijardeya serbazî”.

Erdogan dibêje: “Me demeke zêde nîne û me ewqas aramî nîne, heta ku navçeya aram bi dirêjahiya sînorên me li rojhilatê çemê Firatê tê pêkanîn. Di maweya çend heftiyan de, eger leşkerên me bi pratîkî wê navçeyê kontrol nekin, ji bilî bijardeya serbazî, ti bijardeyeke din ji bo me namîne.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan radigihîne, armanca wan ji pêkanîna herêma ewle, bicihkirina nêzîkî yek milyon Sûrî li wê herêmê ye.

Aliyên Kurdî ENKS û HSD li ser vê projeya Tirkiye her dem helwêsta xwe diyar kirine, ku ew li dij bicihkirina penaberên Sûriye li herêma ewle ne. Herweha garantiya navdewletî jî ji bo herêma ewle dikin.

Ji aliyekî din ve, Erdogan derbarê panebarên Sûrî yên li Tirkiyê de got jî: Heger Yekîtiya Ewropa alîkariyên pêwîst pêşkêşî Tirkiyê neke, ew ê deriyê koberiya ber bi Ewropayê ve li pêş penaberan veke.

Dîsa Erdogan li bajarê Sîwasê ragihand, di destê Amerîka û Rûsyayê de 12 ta 15 hezar mûşekên atomî hene, lê ji bo Tirkiyê qedexe ye ku mûşekên wan hebe.

Erdogan amaje bi Îsraîlê kir û got, Îsraîl jî xwedî mûşekên atomî ye û bi van mûşekan gefan li her kesî dixwe.

Tirkiye ne xwedî çekê atomî ye û ji sala 1980î ve pabendî rêkeftina qedexekirina belavbûna çekê atomî ye. Herwiha sala 1996an jî peymana qedexekirina taqîkirina çekê atomî îmze kiriye.

Ev daxuyaniya Erdogan di demekê de tê, sîstema berevaniya esmanî S-400 ji Rûsyayê kirî. Serokê Beşa Hevkariya Teknîk a Leşkerî a Rûsyayê Dmitry Sugayev diyar kir, ku Tirkiye nêzîkahiyeke baş ji bo firokeyên şer Su-35 û Su-57an nîşan daye.

Nêzîkahiya di warê pişesaziya bergirî û çekan de di navberna Tirkiye û Rûsya de, ji alî welatên endamên NATO û Amerîka ve tê rexnekirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin