ENKSê bang li HSDê kir: Revandin û biçekkirina zarokan rawestînin

ENKSê bang li HSDê kir: Revandin û biçekkirina zarokan rawestînin

.

A+A-

Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya li Sûriyeyê (ENKS), daxuyaniyek da û ji HSDê û rêxistinên mafên mirovan ên ku bi taybetî mafên zarokan diparêzin xwest ku revandin û biçekkirina zarokan rawestînin.

Rayedarên ENKSê, di daxuyaniya xwe de cih dan van gotinan û gotin ku “Tevî ku revandina zarokên temenbiçûk, bi awayekî berfireh tê şermezarkirin û li gorî yasayên navneteweyî û mafên mirovan jî tê tawanbarkirin, çekdarên PYDê di bin navên cuda de bi kiryarên xwe yên tirsnak ên li dijî zarokên Gelê Kurd, berdewam in.”

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku dawî rewşa revandina zarokan û revandina zaroka Êzidî ya bi navê Sîlva Hemîd Cafer a ji xelkê Gundê Basûfanê yê Herêma Efrînê bînin ku ew li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê hatibû revandin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku “ENKS van kiryarên terorîstî, tevlîkirina zarokan a nav çalakiyên leşkerî û dûrxistina wan a ji xwendinê, şermezar dike. ENKS daxwaza azadkirina Sîlvaya biçûk û zarokên din ên wekî wê dike û bang li rêxistinên mirovî yên têkildar dike da ku dawî li van kiryaran bînin.”

Hat zanîn ku ENKSê daxwaz ji serkirdayetiya HSDê dike ku li gorî belgeyên Netewên Yekbûyî û “Banga Cenêvê” ya ku destnîşan kirine, rê li ber leşkerkirina zarokan bigire û wan ji bo malbatên wan û xwendinê  vegerîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin