ENKS: Me nerîna ENKSê gîhand nûnerên 10 welatan

ENKS: Me nerîna ENKSê gîhand nûnerên 10 welatan

.

A+A-

Şanda Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) û şanda opozîsyona Sûriyê ku Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) beşek jê ye, bi rayedarên Amerîkî re, proseya siyasî ya li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj dikin. Endamê Desteya Serokatiya ENKSê û Berpirsê Îdarî yê Polîtboruya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl diyar dike: “Nûnerên me di şanda opozisyonê de, bi nûnerên 10 welatan re civiya ne.”

Şandeke MSDê û Şandeke Opozisyona Sûriyê ku nûnerên ENKSê jî di nav de ne, li Amerîka ne. Ew her du şand, bi berpirsên Amerîka re dicivin û rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj dikin.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl dide zanîn, nûnerên wan di şanda opozsiyonê de, bi nûnerên 10 welatan re civiya ne û nerîna ENKSê gîhandine wan welatan.

Mihemed Îsmaîl destnîşan dike: “Hebûna nûnerên ENKSê di nav şandeya opozîsyona Sûrî de li Washingtonê girîngiya wê hebû. Du hevalê me di vê şandeyê de ne. Civîn bi nûnerên 10 dewletan re kirine, nerîna me zelaltirîn nerîne û di rêya nûnerên me re tê veguhestin ji bo wan dewletan. Aliyên din eger wekî nêrîna me yan jî berevajî wê, em hez dikin hemû şande nûnertiya miletê xwe bikin.”

Şandeke Encûmena Sûriya Demokrat jî bi mebesta diyarkirina çarenivîsa deverê û zelalkirina helwesta Amerîkî li Washingtonê ye.

PYNK dibêje, gerek roleke wan di nava şanda MSDê heba, da ku bikaribin bêhtir dosya Rojavayê Kurdistanê li ser mêza danûstandinan bi aliyê Amerîkî re gotûbêj bikin.

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat Salih Gedo, ku endamê şandeya PYNK ya danûstandinên li gel ENKS ye diyar kir, ew ji ragihandinê agahdarî çûna şanda MSDê ji bo Amerîka bûne û eşkere dike, tiştê girîng li cem wan ew e ku pirsa Kurd di gotûbêjan de cih bigre.

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat Salih Gedo destnîşan kir: “Bê guman ev serdan girîng e, lê nêrîna me tê de nehatiye standin, ti beşdariyeke partiyên Kurdî yên Rêveberiya Xweser tê de tune ye. Danûstandin û guftûgoyên ku çêdibin di rêya medyayê re em dişopînin, li cem me girîng e, pirsa Kurdî cihê xwe bigire di guftûogoyan de.”

Ev heyameke ENKS û MSD tevgera diplomasî çalak kirine. Çavdêrên siyasî dibêjin cûdabûna şandan û nerînên wan wê bibe sedema nebûna encamên erênî ji danûstanên bi berpirsên Amerîkî re.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin