ENKS li Rojavayê Kurdistanê derket kolanan

ENKS li Rojavayê Kurdistanê derket kolanan

ENKS li Rojavayê Kurdistanê, li himberî girtin û sirgûnkirina siyasetvanan, derket kolanan

A+A-

Encûmena Netewî ya Kurdên Sûriyeyê(ENKS) li himberî kiryarên dawî yên rejîma PYDê derket kolanan.

Piştî ku serokê ENKSê Brahîm Biro û paşê jî çend bireveberên partiyên dinê ji aliyê asayişa PYDê hatin girtin, ENKSê biryara derketina kolanan wergirt û li, Dêrika Hemko, Girkê Legê, Qamişlo, Tirbespiyê û hin deverên dinê bi girseyî derket kolanan.

ENKS di daxuyaniyê û axavtinên di xwepêşandanan de diyar dike ku birêvebir û endamên partiyên nava ENKSê ji aliyê asayişê ve bi awyek keyfî têne girtin, rê li ber kar û xebatên wan tê girtin û ciwan ji bo leşkeriya neçar têne revandin.

ENSK di wê baweriyê de ye ku PYD bi hevkariya rejîma Esed van kiriyaran li Rojavayê Kurdistanê dike û radigihîne ku heta PYD dawî li van kiryarên xwe neyîne, ew dê çalakiyên xwe bidomînin û wan berfireh bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin