Endamê Komîteyên Aştbûna Sûriyê: Tirkiyê dixwaze 4 parêzgehan dagîr bike

Endamê Komîteyên Aştbûna Sûriyê: Tirkiyê dixwaze 4 parêzgehan dagîr bike

.

A+A-

Tirkiyê, li ser zimanê hemû berpirsên xwe yên ast bilind, ji serokkomar, wezîrê navxwe û wezîrê derve tekez dike ku ew li ser projeya vegerandina yek milyon penaberên Sûrî rijd e. Derbarê projeya Tirkiyê de, Endamê Komîteyên Aştbûna Sûriyê Omer Rehmûn ji Rûdawê re got, Tirkiyê dixwaze 4 parêzgehên Sûrî bi temamî dagîr bike.

Herî dawî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Cavuşoglu, ragihand ku ew ê di şerê YPGê de û vegera 1 milyon penaberên Sûrî ji Tirkiyê berdewam bikin. Çavuşoglo da zanîn ku heta niha wan 500 hezar penaber vegerandine.

Aliyên ser bi hikûmeta Sûriyê û herwiha beşek ji opozisyona Sûriyê jî vê projeya Tirkiyê wekî planeke guhertina demografîk û sepandina dagirkirinê dibînin.

Ji Parêzgeha Hemayê ku beşek ji gundewarên wê di jêr destê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyonê de ye, Endamê Komîteyên Aştbûna Sûriyê Omer Rehmûn ji Tora Medyayî ya Rûdawê

Endamê Komîteyên Aştbûna Sûriyê Omer Rehmûn got: “Mîsaqa Milî ya ku Erdogan dê piştî sala 2023yê bikar bîne, mîsaqeke dibêje ku herçar parêzgehên Idlib, Heleb, Reqa û Hesekê parêzgehên Tirkî ne. Erdogan li ser vê bingehê reftar dike ku dibêje ev herçar parêzgeh Tirkî bûne û sedsala borî ji Tirkiyê hatine birrîn û ji bo Sûriyê hatine dayîn û divê Tirkiyê wan vegerîne. Ev e teyoriya ku Erdogan li gorî wê kar dike. Hemû tişta ku di salên borî de gotiye derbarê piştevaniya opozisyona Sûriyê û grûpên çekdar ji bo azadiyê hemû silogan bûn ji bo yek rastiyê ku niyazên Tirkiyê hene ku parêzgeên bakurê Sûriyê dagîr bike.”

Derbarê heman mijarê de, Gebriyêl Mûşê, serkirdeyê Tevgera Aşûrî ya Demokrat û serkirdeyê Eniya Aştî û Azadiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got divê vegera penaber û koçberan nebe sedema guhertina demografîk.

Serkirdeyê Tevgera Aşûrî Gebriyêl Mûşê dibêje: “Em wekî Rêxistina Aşûrî ya Demokrat li pirsgirêkên penaberan li welatên cîran û koçberên li nav Sûriyê ku navçeyên xwe bicî hiştine temaşe dikin ku mijareke mirovî ye û pêwîstiya wê bi çareseriyê heye. Di baweriya me de, ev dosye nayê çareserkirin bêyî ku pêşketin di çareseriya siyasî çê bibe, û prosesa guhertina niştimanî ya demokratîk bê encamdan li ser bingeha birya Encûmena Asayişê 2254, ku tekeziyê li ser vegera penaberan û koçberan ji bo navçeyên wan ên resen dike ku vegereke ewle û bi dilê wan be bêyî zordarî yan neçarkirinê, û vegerin navçeyên xwe yên resed da ku rêgirî li her guhertineke demografîk bê girtin kui di be di siberojê de çê bibe.”

Ji aliyê xwe ve, Serokê Şepêla Surî ya Çaksaziyê Şikrî Şêxanî, ku beşek ji Encûmena Sûriyeya Demokratîk e ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, cîbicîkirina plana Tirkiyê navçeyê dixe pêş rewşeke nû.

Serokê Şepêla Surî ya Çaksaziyê Şikrî Şêxan jî got: “Em li pêş cîbicîkirina pilaneke ferewanxwaziyê ne armanca vê hikûmetê jê vegerandina şikomendiya Osmanî ya Tirkî ne. Û diyar e ku cîhana Erebî haya wê bi temamî ji vê mijarê tune ye, lê belê dîrok jibîr kiriye û rêkeftina Lozanê jibîr kiriye, rêkeftina Sêverê jibîr kiriye. Di destpêka sala bê de, 2023ê, em dê li pêş tiştekîpir  nû bin."

Projeya Tirkiyê ku li gorî perpirsên Tirkiyê dê li 13 navçeyên Sûrî bê cîbicîkirin di demekê de ku heta niha bêhtir ji 125 hezar koçberên Efrînê ji neçarî di kampên Şehbayê de ne û rê ji bo wan nayê dayin ku vegerin herêma xwe, li hember jî bêhtir ji 700 hezar Ereb û Turkmen di nav malên wan de û li ser zeviyên wan hatine niştecîkirin.

Ji herêma Serê Kaniyê jî, 17500 welatî bi neçarî koçber bûne û li şûna 2000 malbatên çekdaran û Ereb û Turkmen di nav malên wan de hatine niştecîkirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin