Encûmena Wezîran bo xweparastina ji vayrosa Korona çend biryarên girîng derkirin

Encûmena Wezîran bo xweparastina ji vayrosa Korona çend biryarên girîng derkirin

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştîya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û parêzgarên herêmê û serperiştîyarên her îdareyên Germîyan û Raperîn civîna xwe ya asayî encam da.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Di destpêka civînê de, Serokwezîr Herêma Kurdistanê ronahî xiste ser serdana hefteya bûrî ya şanda Hikûmeta Herêmê bi Serokatîya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Konferansa Asayişê ya Munchênê û hevdîtina Papayê Vatîkanê û berpirsên bilind ên Îtalyayê. Serokwezîr amaje bi wê da, ku pêşwazîyeke hêjayî û girîng li şanda Herêmê hat kirin, ku nîşan da pêgeheke gelekî girîng a Herêma Kurdistanê heye û civaka navdewletî bi çavê rêzê li Herêma Kurdistanê dinêre û pêzanîna wê bo rola Herêma Kurdistanê di warê rûbirûbûna tundrewî û pêkvejîyana olî de heye.

Piştre Serokwezîr amaje bi hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Federal a Iraqê kir û tekezî li wê kir, ku divê dam û dezgehên fermî û destûrî yên Herêma Kurdistanê biryarê li ser awaya beşdarîya nûnerên Herêma Kurdistanê bide û alîyên Herêma Kurdistanê jî li ser vê babetê yekhelwest in.

Civînê guftûgo derbarê plan, pêngav û rêkarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo rûbirûbûna metrisîya vayrosa Korona de kir. Wezîrê Tenduristîyê Dr. Saman berzincî raportek derbarê dawî zanyarî û pêşhatên wê vayrosê û pirsgirêk û pêşnîyazên çareserîyê pêşkêş kir. Serokwezîr amaje bi wê da, ku selametî û parastina jîyana welatîyan di serwerîya her tiştî de ye û ew her hewlekê didin û rênimayên pêwîst digirin ber bo parastina welatîyên Herêma Kurdistanê.

Encûmena Wezîran di vê derbarê de biryar da:

- Rojane zanyrîyên durist û rênimayên pêwîst bi rîya dezgehên ragihandinê re ji raya giştî re bêne ragihandin.

- Ji roja Çarşemê 26. 02. 2020an ve li tevahîya navendên xwedinê, dibistan, baxçe û peymangehên hikûmî û taybet ên Herêma Kurdistanê heta roja 10. 03. 2020an bibe bihnvedana fermî. Derbarê zanîngeh û peymangehên hikûmî û taybet jî ji roja Şemîyê 29. 02. 2020an û heta 10. 03. 2020an bibe bihnvedana fermî. Piştre jî ji 11 heta 23. 03, 2020an bihnvedana salana ya Buharê dibe û di roja 24. 03. 2020an proseya xwendinê destpê dike. Heru wezîrat jî rojên bihnvedanê di çarçova sala xwendinê de qerebû dikin.

- Biryar hat dayîn geşta ne pêwîst li navxweya Herêma Kurdistanê, yan ew geştîyarên din ên Iraqê têne Herêmê heta demeke dîyarkirî bê sînordarkirin û pişknînên pêwîst jî ji hemû geştîyarên tên Herêma Kurdistanê re bê kirin.

- Bi ti awayekî rê nayê dayîn kelûpel li bazarên Herêma Kurdistanê bêne gorxkirin û buhakirin û rênimayên yasayî yên tund li hember serpêçan tên girtin. Çav ji bo pişknîna bijîşkî ji kesên têne Herêma Kurdistanê re nayê girtin.

- Hikûmeta Herêmê dilnîyabûnê dide ku tevahîya pêwîstîyên welatîyan dabîn dike û tevgera bazirganîyê jî bi liberçavgirtina rênimayên tenduristî berdewam dibe.

- Encûmena Wezîran, Wezareta Darayî û Aborîyê raspard ku pêwîstîyên parêzgehan û îdareyên serbixwe dabîn bike. Pêşnîyazên Wezareta Navxwe û Wezareta Tenduristîyê jî hatin pesendkirin û her du wezaret raspard bo wan bicih bikin.

- Encûmena Wezîran daxwaz ji welatîyan dike ku hevkarê bicihkirina plan û rênimayên dam û dezgehên pêwendîdar ên hikûmetê bin û rênimayên xweparastinê jî li ber çavan bigirin û bicih bikin.

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin