Em piştevaniya daxuyaniya Barzanî dikin

Em piştevaniya daxuyaniya Barzanî dikin

Parlamenterê HDPê Omer Ocalan piştevaniya xwe ji bo daxuyaniya Serok Mesûd Barzanî ku gotibû “nabe xwîna Kurdan bi destê Kurdan were rijandin” nîşan da. Omer Ocalan got: “Em daxuyaniya Birêz Barzanî gelek girîng û watedar dibînin".

A+A-

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Ocalan piştevaniya xwe ji bo daxuyaniya Serok Mesûd Barzanî ku gotibû “nabe xwîna Kurdan bi destê Kurdan were rijandin” nîşan da. Omer Ocalan got: “Em daxuyaniya Birêz Barzanî gelek girîng û watedar dibînin.”

 

Parlamenterê HDPê yê Rihayê Omer Ocalan ragihand ku ew piştevaniya daxuyaniya Serok Mesûd Barzanî ya duşema 12yê Tebaxê li devera Balekayetî ya ser bi navçeya Çoman a Hewlêrê ve dayî dikin.

 

Omer Ocalan got: “Em daxuyaniya Birêz Barzanî gelek girîng û watedar dibînin. Em gotinîn `nabe xwîna Kurdan bi destê Kurdan were rijandin` û daxwaza hemû Kurd li ser nirxên hevbeş bibin yek bi girîngî dibînin û piştevaniya wê dikin. Herwiha em di vê mijarê de tiştê bikeve ser milê me dixwazin pêk bînin.”

 

“Kurdistan yek perçe ye û nabe perçeyek bibe qurbaniya perçeyeke din”

 

Ocalan diyar kir ku di sedsala 21ê de êdî nabe Kurd deskevtiyên xwe ji dest bidin û wiha pê de çû: “Bêguman niha Kurdan berî her tişt pêwîstî bi yekîtiyê heye. Di vê mijarê de heroj li Kurdistanê provokasyon rû didin. Daxuyaniya Birêz Barzanî ji bo me girîng û binirx e. Êdi tehemila Kurdan nemaye wenda bikin. Ji bo me Kurdistan yek perçe ye û nabe perçeyek bibe qurbaniya perçeyekê din. Em girîngiyê bi vê daxuyaniyê didin. Em di wê baweriyê de ne ku divê Birêz Barzanî rola xwe bilehîze.”

 

Bi gotina Omer Ocalan di vê pêvajoyê de nêrînên Serok Barzanî û Rêberê PKKê Abdullah Ocalan nêzîk hev in û ew yek jî dide xuyandin ku “Kurd li ser heman xalê bûne yek”.

 

Ocalan diyar kir ku hêviyên wan ji Serok Barzanî hene û wiha pê de çû: “Her gotina bibêje ji bo me girîng e. Gotinên wî yên derbarê yekîtiya Kurdan de û nêrînên wî yên dibêje ku careke din şerê birakujî dê nebe ji bo me gelek binirx e. Birêz Ocalan jî dixwaze di mijarê de tiştê bike ser milê wî pêk bîne û Birêz Mesûd Bazanî jî hema tiştê dibêje. Ji bo partî li ser heman xala bên ba hev divê em hewl bidin. Ev şerê bi salan e berdewam dike, divê êdî bidawî bibe. Bêguman ev divê di encama bi dana mafê Kurdan û aştiyeke birûmet de pêk were. Piştî ew qas berdêl divê dewlet di warê dana maf, ziman, çand, statû û bihêzkirina rêveberiyên xwecihî de berpirsyariya xwe pêk bîne.”
 

“Divê bi awayeke asayî hevdîtin bi ocalan re bêne kirin”

 

Derbarê hevdîtinên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re kirin de Omer Ocalan wiha axivî: “Em dixwazin hevdîtin bi asayî bêne kirin. Em qebûl nakin dewletê vê yekê weke qenciyeke xwe bide nîşandan. Li Tirkiyê mafê kesekî girtî di çaçoveya yasayan de çi be, divê Birêz Ocalan jî xwediyê wan mafên be. Birêz Ocalan ne girtiyekî jirêzê ye. Birêz Ocalan xwedî bandor e û xelk bi gotinên wî baweriya xwe tînin.”

 

“Hebûna hêzeke navnetewî li navçeya aram girînn ge”

 

Derbarê 'Navenda Operasyonên Hevbeş' a ku Tirkiye û Amerîka li ser rêkeftibûn de jî Ocalan got: “Ev heyamek e dûrûdirêj e hem rojeva navxwe û hem jî polîtikaya navdewletî ya Tirkiyê mûjil dike. Li kûderê cîhanê be deskevtiyeke Kurdan hebe, Tirkiye dixwaze jê re bibe asteng. Ez wek parlementerekî Rihayê dixwazim hêzeke hevpeyamniya navdewletî li wê derê bicih bibe û hesasiyetên Tirkiyê jî li ber çavan bigire. Çimkî du hêzên alerjiya wan ji hev hene li wê derê ne. Tirkiye, ne li Kurdistanê li çi cîhê cîhanê be naxwaze deskeftiyeke Kurdan hebe. Mafê Kurdan ê asayî têne astengkirin. Lewma êdî baweriya herdu aliyan li hev nayê.”

 

Parlamenterê HDPê diyar kir ku daxwaza Tirkiyê ya dibêje divê kûrahiya navçeya aram heta 30 kilometreyan here, ji rastiyê dûr e, û got: “Kurdan 4-5 bajar hene û ev bajêr têne kilometreyekê ji sînorên Tirkiyê dûr in, lewma daxwazên Tirkiyê aqilane nînin. Em dixwazin Tirkiyê di vê mijarê de xwe aram bike. Ti sûd û berjewendiyên Tirkiyê jj rewş şer û pevçûnan nîne. Ew dê zerarê bide gelê Tirk û Kurd jî.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin