“Em nahêlin Amerîka siwarî pêla xwepêşanderên xelkê Iraqê bibe”

“Em nahêlin Amerîka siwarî pêla xwepêşanderên xelkê Iraqê bibe”

Rêberê Tevgera Serdir, Muqteda Sedir ragihand, ew rê nadin ku Amerîka suwarî pêlên nerazîtîyên Iraqê bibe û wî welatî weke Sûrîyê bike qadeke din a hevrikîyan.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Sedir di twîttekê de nivîsriye, careke din hate selmandin ku “Amerîkaya dagîrker” destêwerdana xirab di karûbarên Iraqê de dike. Sedir Amerîka tometbar dike ku gendelkar birine nav desthilata Iraqê de.

Rêberê Tevgera Sedir dibêje, wan daxwaza hilbijartinên pêşwext kirîye, lê eger ew hilbijartin bi serpereştîya Amerîkayê be, ew bêdeng nemînin û rê nadin Amerîka suwarî pêlên xwepêşandan û nerazîbûnên li Iraqê bibe. 

Muqteda Sedir herwiha tekez dike, ku eger careke din Amerîka destêwerdanê bike, ew dê bibe dawîya wê û bi rîya xwepêşandanên milyonî ew dê rasterast fermana derketina Amerîkîyan bidin.

Ew zêdetirî 40 rojan e ku xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî hikûmetê li Bexda ya paytext û hejmarek bajarên başûrê Iraqê berdewam in. Di tundûtîjîyên xwepêşandanan de ku ji destpêka meha bihorî ve dest pê kirîye, li gor Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan li Iraqê, 301 kes ji xwepêşanderan hatine kuştin û zêdetir ji 15 hezar kes jî birîndar bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin