Nîmet Mumtaz Aydin

Nîmet Mumtaz Aydin

Hemû nivîsên nivîskar >

Em di eynikê de li xwe, ne ku hinekên din mêze bikin

A+A-

Tifaqa Welatperwer û Demokrat di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an de li 4 bajar û 4 bajarokan bi namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinan bûn.

Tifaq ji du partiyan (PSK û PAK) pêk dihat, hin alî, rêxistin û kesayetan jî piştgiriya wê kirin.

Di encama hilbijartinê de Tifaqê li dor 4500 deng girtin.

Ev reqem ji bo du partiyên Kurdistanî reqemeke gelek nizm e.

Ev reqem bêguman ne ew reqam e ku Tifaqê heq kiribû. Divîyabû zêdetir bistenda.

Mirov dikare bi dehan sedem nîşan bide çima dengê her du partiyan hewqas kêm derketine.

Lê ev rastîya reqeman naguherîne.

Heger di dewsa PSK-PAKê de partiyeke din a Kurdistanî bûna wê çewa bûna?

Encama hilbijartina salek berê ya HAK-PARê ji vê ne baştir bû.

Ji PDKan yek an du hêz bi hev re biketanayê, gelo dê encam bilindtir bûya?

Tevgera netewî divê dînamîk be û hertim di lêgerînê de be, rê, dirb û metodên nuh bibîne.

Hebûna rêxistinên heyî astengî li pêşiya lêgerînên nuh jî nagre.

Kesî  bi destê kesî negirtiye û pêşiya kesî nebirrîye ku rewşa heyî pozîtîf biguherînin û tevgera netewî ber bi asteke bilindtir bibin.

Werin em bi çavên serê xwe li xwe binêrin! Fotografê xwe bikşînin. Di eynikê de, li xwe binêrin.

Li Bakur, Tevgera Kurdistanî roja îroyîn ji hemû partiyên dewletê an yên xwe bi navê partiyên Tirkiyê bi nav dikin, lawaztir e. Ji DSP, ji Saadetê, ji Hudaparê jî zeîftir e.

Ev encama rewşa me ya 40 salî ye. Dewletê bi hemû aparatên xwe xwest em  bikevin rewşa me ya îroyîn. Vekirî diyar e, di wextê de rêxistinên me bi materyal, bi mentalîte û bi hizir ji guhertinên dibûn re ne amade bûn. Ew qabîliyeta ku xwe li gor şertên guhertî şêlê bidin xwe tunebû. Di encamê de em gêrî newaleke kûr bûne. Me bi dehan car hewl daye ji newala kûr hilbikişin, lê em  bi ser neketine. Em nikarin bi munaqeşe û birînên kevn yên 40 salî, dev ji hilkişandina ji newala kûr, dev ji rizgarbûnê berdin.

Tifaqa Welatperwer û Demokrat di 30 rojan de di ser kapasîteya xwe re kar kir. Bi şewq û heyecan û fedakarîyeke mezin, din av gel de xebateke berbiçav hate kirin. Me li 4 bajaran namzed nîşan dan. Lê me dît rêxistinbûna me têrî hilbijartinên 4 bajaran jî nake. Dema partiyeke te ya ku têkeve hilbijartinê tunebe, dema li ser her sandaoqêkê muşahidê te tunebe, tu nikarî xwedî li dengê ku ji te re hatiye jî derkevî.

Divê em di bin siya vê hilbijartinê de kumê xwe deynin ber xwe, ji rastiya xwe re li çareyan bigerin.

Ev problem ne problema PSK Û PAKê, ya hemû tevger, kadir, der û dora millî ya Bakur e. Vê hilbijartinê careke din nîşanê me da ku karê me gelek dijwar e. Ji bo guhertina rewşa îroyîn divê herkesê welatperwer, xwe berpirsyar hîs bike.

Encamên hilbijartinan sî naxe ser rastiya helwesta Tifaqa Welatperwer û Demokrat. Li Mûş û Batmanê ji sedî 80-90ê hilbijêran dengekî nuh bihîstin û rengekî nuh dîtin. Lê her du bajarên ku di statuya bajarê mezin de ne, li Amed û Mêrdînê, ji ber firehiya qad û kêm kadroyî, ne hewqas be jî têra xwe deng û rengê me bihîstin û dîtin.

Me li kolanan, li qadan bi dengekî bilind, bê sansur, bi cesaret qala welatekî bê nav û zimanekî qedexe dikir. Roja îroyîn li qada welatê xwe bi zimanê mêtingehkaran, 25 milyon nifûsa xwe li pişt biratiya gelan veşartin şerm e.

Tifaqa Welatperwer û Demokrat bi navê xwe, bi navê welatê xwe, bi zimanê xwe, bi reng û sembola xwe mehekê li 4 bajarên Kurdistanê bû. Nuha wezîfe ew e, em vê xebatê ji mehekê derxin 12 mehên salê. Qada xebata wê ji 4 bajaran derxin, bigihînin hemû axa Kurdistanê. Ev kar ne tenê barê Tifaqa Welatperwer û Demokrat e, ev barê hemû kes û der û dora welatparêzên bakurê welat e.

Bêşik em ê rexnê xwe bibêjin, xeletî û kêmasiyan dest nîşan bikin, pêşniyarên xwe rêz bikin. Lê divê em di rexneyên xwe de çêker û avakar bin. Encamên hilbijartinan eynika rastiya xeta netewî ya bakurê Kurdistanê ye. Em hemû xwe di eynikê de bibinîn, em xwe bibînin, ne ku  hinekên din. Divê em ji rastiyê re çavê xwe negrin. Bila ev helwesta me ya yekem ber bi çêkirinê ve be.

HDPyê nêvîyê belediyeyên ku berê qezenc kiribû, di vê hilbijartinê de wenda kiriye. Ev jî helwesteke manîdar ya gelê me ye. Divê em gelê xwe bê alternatîf nehêlin. Bila gelê me neçin xwe nespêrin partîyên ku dibêjin ‘yek dewlet, yek welat, yek al, yek milet’

Belê  Tifaqa Welatperwer û Demokrat gaveke dîrokî avetiye, rûpeleke nû vekirîye û destpêka alternatîfê nîşan daye. Divê em vê gavê xurttir û geştir bikin.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin