Egîd Îbrahîm: Girtiyên ENKSê jî di nava lîsteya berdanê de hene

Egîd Îbrahîm: Girtiyên ENKSê jî di nava lîsteya berdanê de hene

Egîd Îbrahîm: Girtiyên ENKSê jî di nava lîsteya berdanê de hene

A+A-

Rêveberiya Xweser îro hejmarek girtiyên tawanên cuda û endamên DAIŞê berdide û Endamê wê komîteyê radigihîne, navên girtiyên ENKSê ji di lîsteyan de hene.

Peyamnêra K24ê li Qamişlo da zanîn, îro Rêveberiya Xweser 631 girtî berdan, di nava wan de endamên DAIŞê yên destên wan bi xwîne nebûne û nîvê cezaya xwe derbas kirine hene.

Endamê Komîteya Girtiyan Egîd Îbrahîm îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ev komîta di destpêka îsal de li ser destpêşxeriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hat pêkanîn. Komîteyê di heyama 6 mehên bûrî de guftûgoyên hûrî di dosya girtiyan de kirin.

Got jî: Kesên îro tên berdan, tawanên biçûk kirin, yan berpirsên ewlehiyê ne, yan li gor raportan hatine girtin û asta sûcên wan nagihin ku hikûmên dirêj lê bên sepandin.

Derbarê girtiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de, Egîd Îbrahîm got: “Navên girtiyên ser bi ENKSê ve jî di nava lîsteyan de hene. Lê hîn danûstandin derbarê wan de bi Rêveberiya Xweser û desteyên HSDê re berdewam in ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê.”

Berdana girtiyên di zîndanên Rêveberiya Xweser de ne piştî wê yekê tê, roja 10ê vê mehê, Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser roja 10ê Cotmehê di biryarnameyekê de, lêborîna giştî ji bo sûcdarên ku sûc berî 10`ê Cotmehê kirine, derkiribû.

 

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin