Efrîn di bin dagîrkeriyê de (208)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (208)

.

A+A-

Piştî daxuyana Şalyarê derve yê Turkiyê “ku welatê wî bi tevahî amede ye ku piştgiriya Rijîma Sûriyê li hember Hêzên Sûriya Demokrat bike”, lixweheyrandin û nevehesî kete nav refên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” û sîwana wan ya siyasî “Hikometa Demkî û Kiwalisyûna Sûrî – Birayên Misilman(Ixwan)”, di dema ku ew jî di rêbaza dijayetiyê (ya ku Hikometa Dad û Geşpêdanê wêne kiriye) li dijî Kurdan di Sûriyê de berdewam in, û ew  di binpêkirin û tewanên têkel de diyar dibe, evên jêrin jî hin ji wan in:

= G. “Kokanê”:

Parve du perçan dibe (jor û jêr), bi Navça Mabeta ve girêdayî ye, /7/K.M ji navenda wê dûr e, ji dora /150/ malî pêkhatî ye, dora /1000/ nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, piştî dagîrkeriyê dora /75 malbat = 300 nişte/ têde man, ên din jî zorane koçber bûn, û dora /90 malbat = 500 nişte/ ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin.

Milîseyên “Firqit El’hemzat” (ên ku Mala “Sêf El’dîn Ebdo” ji xwe re kirine biryargeheke leşkerî û Mala “Cîhad Cimo” jî mîvangeh û ciyê civatan) gund desteser dikin. Piştî êrişkirina wan ji gund re kelûpelên piraniya malan dizîn, mîna: Xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, alav û amûrên elektirîkê û hin tiştên din, û weha jî tevahiya tiştmiştên ku di hundir /75/ malên ku dest danîne ser de, heyînên dibistana seretayî, heyînên dîkana xwarinvexwarin û şênberên paqijiya malan a “Arêf Hisên” li çateriya gund û desteserkirina wê, heyînên dîkana “Şêrgo Mihemed”, piraniya jimarokên ava vexwarinê, du guheztok(tirans) û keblên toreya elektirîkê ya giştî, amûrên stasyûna hilkişandina ava “Kokanê” ya ku avê dide heft gundan (giropa zayenda elektirîkê ya mezin, /2/ avhilkêşok, lûle û tablo û yên din), acetên guvêşgeha zeytûna ya Dilovanber “Cemîl Mistefa” (yên ku piştî dandina vêrgiyeke diravî mezin hatine vegerandin), avhilkêşok û lûleyên pênc bîran, giropeke mezin a zayenda elektirîkê û /4/ mekbes û amûrên kargeha bilokan a “Mihemed Hisên”, û  makînak bi tirêla bara tev /10/ ton şîşên bêtonê û /500/ tûr çemento yên “Fîras Mihemed”.

Û li gund û Bajarê Efrînê jî, makîne û tirektora çandiniyê yên “Malbata Mixtêr”, makîne û tirêla tirektora “Arêf Hisên”, tirektora Dilovanber “Cemîl Mistefa”, teksî û tirektora “Mihemed Hisên”, teksî û tirektora “Malbata Berekêt”, û makîna Pîkab a “Fîras Mihemed” hatin dizîn.

Milîseyên “El’hemzat” dest danîn ser dîkan û perçe,erdê “Mihemed Yûsêf” li çateriya gund û kirin stasyûna sûtemeniyê, û herweha jî ser malmewalên hemwelatiyên zorane koçberbûyî, jê: /Hezar darên zeytûnê, mêwên tirî, behîv û hinaran/ ên “Behcet Berekat û birayên wî”, /dused darên zeytûnê/ yên “Mihemed Cemal Îbarahîm” û /sed darên zeytûnê/ yên “Ebid El’rehîm Îbrahîm”; Vêrgiyên têkel li ser berhema werzên (mûsim) zeytûna yên hemwelatiyên ne li wir û yên li wir ferz kirin, bi ser de jî dizîna berhemên têvel ên werzên çandiniyê, jê: /50/teneke zêt (16 K.G sade) yên “Ezîz Cemal” li meha Mijdara 2018an. Z; Li rex wê jî çêrandina bêwijdan û hovane -ya ziyan mezin-ji keriyên pêz û dewêr re di nav zevî û erdên çandiniyê de, bê ku kesek wêribe wan red bike yan giliyekî li yekî veke, û wek nimûne: Li Havîna 2020an. Z, hejmarek ji hemwelatiyan gilîk li dijî şivanan pêşkêş kirin, û ji ber wê jî ew rastî lêdan û kêmrûmetkirinê hatin.

“Sûtemengehek di dîkan û perçe,erdê “Mihemed Yûsêf” de, li çateriya G. “Kokanê” – N.Mabeta.”

Li Havîna 2019an. Z, ji bo lêgerîna li kinzên binerd û dizîna wan, Milîseyên “El’hemzat” Zaretgeha “Pakrewan Şêx Cemal El’dîn” – ya Îslamî û goristana wê (ya miriyên gundên “Kokanê, Ênhecerê, Omo” û li ser riya axî û bi (3K.M) an di navêna gundên “Kokanê û Coqê” de dikeve) û derdora zaretgehê kolandin û tarûrmar kirin, û di encamê de jî hin darên zeytûnê hatin hilkirin; Lê, Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” Girê “Zirafkê” (yê ku di nav malmewalên gund de) rêşkirin û kolandin, û herweha wan li Havîna 2018an. Z, xeta hesinî ya Tirêna “Rojhilata lezgîn – El’şerq El’serî’i”, ji kêlek Gundê “Ênhecerê Rojhilat” ve bigir ta Pira “Hesenê Mêşkê – Kitix” bi dirêjahiya /3/K.M hilkirin, û bi aletan -bi şev- ew guhestin, piştî ku rê kontirol kirin.

“Zaretgeha “Pakrewan Şêx Cemal El’dîn” – piştî kolandin û tarûmarkirinê.”

“Girê “Zirafkê” yê kevneşopî piştî rêşkirin û kolandinê.”

“Riya tirênê li Cîgeha “Zirafkê”, berî û piştî vekirin û dizînê.”

Û hemwelatiyên li gund mane jî tûşî cûrbecûr binpêkirinan hatin, jê: Revandin, girtinên bêsûc, îşkencekirin, rûmetnizimkirin, peresitandin û hin kiryarên din; Di vî warî de bidehan ji wan -di nav de jî jin û temenmezin- bi demên têvel hatin girtin û digel wê jî ferzkirina sezayên diravî, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û ta niha çarenûsa xort “Îbrahîm Îsma’îl kurê Tac El’dîn /22/sal” -ê ku ji 17.3.2021an. Z ve, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê ve hatiye girtin- ne diyar e û gûman heye ku ew guhestibin Turkiyê, û bi sedema tirsa ji girtin û dijberîkirinê, bav û diya wî jî neçar bûn ku zorane koçber bibin û birevin Bajarê “Heleb”, û di dû re Milîseyên “El’hemzat” dest danîn ser mala wan û tiştmiştên têde.

= Girtinine bêsûcane:

Destlatên Dagîrkeriyê ev girtin:

 Li 16.7.2022an. Z, Hemwelatî “Esûm Ce’ifer/60/sal” hevjîna “Ebid El’rehman Hec Hisên” ji xelkê Gundê “Mist’eşûra” – N.Mabeta, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re.

– Li 23.7.2022an. Z, hemwelatî “Mihemed Riyad Xelîl, Ebdo Derwîş” ji xelkê Gundê “Axcelê” – N.Cindirêsê û yên li Taxa Eşrefiyê – B.Efrînê rûniştî, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re.

= Topebarankirina Gundewarê Heleb a Bakur:

Di encama topebarana Turkiyê de, li şeva Sêşemê 26.7.2022an. Z, li ser Gundewarê Heleb ê Bakur (a ku di bin desteseriya Artêşa Sûriyê de û tijî Koçberên Efrînê), /6/ jin û zarok ji wan koçberan, li dema hebûna wan di nav erdên çandiniyê de li dor Bajarê Tilrif’etê, tonbiton birîndar bûn.

= Serbestberdana hin girtiyên zorane veşartî:

Li vê dawiyê, Destlatên Dagîrkeriyê du ciwanên Kurd ji Hepsa “Maratê” – Efrîn serbest berdan, piştî ku wan bêtirî çar sal û sê heyvan di hepsên wan de qedandin -piranî jî zorane veşartî li Hepsa “Cobanbegê – El’ra,î'” ya dengbed û di bin îşkencê û mercên sert de, û ew xort jî ev in:

 “Hisên Xelîl Îbrahîm /24/ sal” ji xelkê Gundê “Naza” – N.Şera.

 “Şervan Hesen Qido /27/ sal” ji xelkê Gundê “Turindê” – Efrîn.

= Geregoşî û serberdayetî:

Piştî kuştina “Hesen El’cum’e – yê bi Ferdûnî tê navdan” û  serkêşekî Milîseyên “Lîwa’i Siqor El’şemal” li Gundê “Gemrûkê” – N.Mabeta, li Şeva Înê 15.7.2022an. Z, geregoşî kete nav refên wan, Îstîxbaratên “Lîwa’i Semerqend” (ya ku “Hesen Xeyriyê” serkêşiya wê dike) dest bi lêkolînan bi hin endamên xwe re (yên di gund de destdirêj) kirin, lê “Ehmed Xoyan – Ebû Ebdo” – berpirsiyarê gund reviya, û malbatên wan jî bi hevaltiya makînên bara yên tijî kelûpelên dizînê yan ên kirînê bi pereyên dizînê ji gund bar kirin; piştî hevrikî û sûzmekirinên hundirîn.

= Binpêkirinên din:

– piraniya rezên tirî yên xelkê Gundê “Qurtqilaqê” – N.Şera,  ji aliyê hin çekdar û anîndeyinên ku têde dane niştecîkirin ve rastî dizînê hatin, û paşê jî çêrandina bêwijdan ji keriyên pêz re.

– Berevajî sozên ku “Komîta redkirina mafan ya Hevbeş li Efrînê” û “Sa’êr Me’irûf” – serkêşê “Lîwa’i Semerqend” di herdu civatên ku li 18-19.7.2022an. Z ji hin kesên xelkê şeş gundan “Hechesna Jorin, Hechesna Jêrin, Remedana, Rûta, Tetera, Kefirsefrê” de dane û gotine “ewê daxwazên wan bişopînin û mafên wan vegerînin”, serkêşên milîseyan li wan gundan -bi zanîna “Me’irûf”- di zext û gefên xwe bi gilîkeran re berdewam in, da ku giliyên xwe bikşînin û ji mafên xwe dagerin. Divê were bîranîn ku “Ebid El’hadî Fetih Elah – Ebû Muhened” (ê ku di civata yekê de wesandiye dû çekdarin xwe û li hin gilîkeran xistî) li Bajaroka “Kefirsefrê” berpirsiyarê “aboriya Semerqend” e û ne yê ewlehiyê ye weke di rapora me ya berê/207/de hatî, û nejî wêneya belavkirî ya wî ye, ew ya kurê wî “Muhened Ebid El’hadî Fetih Elah” e – berpirsiyarê leşketî yê “Semerqend” li bajarokê.

 “Sa’êr Ma’irûf” serkêşê Milîseyên “Lîwa’i Semerqend”.

   “Mihened Ebid El’hadî Fetih Elah” –  berpirsiyarê leşkerî yê “Lîwa’i Semerqend” li B. “Kefirsefrê”.

Şermezarkirina van kiryarên qirêj û şerkirkirina li dijî wan, li ba kesên bi xîret li ser berjewendiya Sûriyê û pêşeroja wê, û ji bo rêgirtina li pêş fîtnê di nav pêkhateyên wê de, ji stubariyên mirovane û niştîmanî yên yekê ne.

31.07.2022an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Sûtemengehek di dîkan û perçe,erdê “Mihemed Yûsêf” de, li çateriya G. “Kokanê” – N.Mabeta.

– Zaretgeha “Pakrewan Şêx Cemal El’dîn” – piştî kolandin û tarûmarkirinê.

– Girê “Zirafkê” yê kevneşopî piştî rêşkirin û kolandinê.

– Riya tirênê li Cîgeha “Zirafkê”, berî û piştî vekirin û dizînê.

– “Sa’êr Ma’irûf” serkêşê Milîseyên “Lîwa’i Semerqend”.

– “Mihened Ebid El’hadî Fetih Elah” –  berpirsiyarê leşkerî yê “Lîwa’i Semerqend” li B. “Kefirsefrê”.

———————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn-di-bin-dagîrkeriyê-de-208-31-07-2022 – PDF

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (184)

Bixwîne: EFRÎN di bin Dagirkerîyê de (183)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (181)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (185)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (187)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (188)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (189)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (191)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (192)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (194)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (195)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (196)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (197)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (198)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (199)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (200)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (201)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (203)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (204)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (205)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (207)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin