Efrîn di bin dagîrkeriyê de (189)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (189)

.

A+A-

Gundê “Qirigolê” guhertineke demografî û destdanîneke fere, girtinine bêsûcane, gundekî niştecîkirinê yî nimûneyî yî nû, qedexekirina pêşangeheke hunerî, qurkirina daristanan

Bi ferebûna avakirina gundên niştecîkirinê yên nimûneyî re, ya ji bo rûnişkandina anîndeyan di Efrînê de û malmewdankirina wan, careke din meremên dijayetiyê yên Dagîrkeriya Turkiyê li dijî Kurdan li Sûriyê aşkere dibin, û vê re jî Milîseyên Sûriyê û Hemahengiya Sûrî – Ixwanî û Hikometa wê ya Demkî hatin şimtandin.

Ev jî hin binpêkirin û tewanên têvel in:

= G.”Qirigolê”:

Bi Navça Bilbilê ve girêdayî ye, bi aliyê Bakur ve bi /31/K.M an ji Bajarê Efrînê dûr e, ji dora /210/malan pêkhatî ye, dora /1300/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, jê dora /110malbat=420nişte/ -piranî temenmezin- tê de man û yên din jî zorane hatin koçberkirin, û dora /200malbat=1200nişte/ ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin; Û ew di malên ku dest danîne ser de û di /40/ konên ku li dor gund venandî de rûdinin.

“Zaretgeha “Midewer” a Îslamî, G.”Qirigolê” – N.Bilbilê, berî û piştî dagîrkirin, topebarankirin, roxandina tevayî û qutkirina darên wê.”

Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad û Firqit Elhemzat” gund desteser dikin, û hersê malên “Dilovanber Ehmed Hemo û vêla kurê wî Selah Hemo, Mihemed Yasîn Ehmed” ji xwe re kirine biryargehên leşkerî; Bi sedema pirojeyên cengî, bi piçekî ziyan gihîşte sê malan; Û milîseyan piraniya kelûpelên malan ji xwarinvexwarin, firaxên baqirî, alav û amûrên elektirîkê û hin tiştên din dizîn; Herweha jî dizîna /2/ mîkropasan ên ” Mecîd Mihemed Cabo û Mihemed Cabo”, /2/tirektorên çandiniyê yên “malbata Dilovanber Bîlal Mihemed Beko, Mecîd Mihemed Cabo”, guheztok (tirans) û keblên toreya elektirîkê ya giştî, jimarokên ava vexwarinê, hemî amûrên stasyûna hilkişandina ava vexwarinê, û hemî alet û acetên guvêşgeha zeytûna û giropa zayenda elektirîkê (ampêran) yên “Behrî Tahêr”.

“Stasyûn hilkişandina ava vexwarinê, G.”Qirigolê” – N.Bilbilê, berî dagîrkirinê û dizîna hemî amûrên wê.”

Weha jî dest danîn ser malmewalên (dora/13/hezar darên zeytûnê) hemî hemwelatiyên ne li gund, jê “zaroyên Tahêr Umer, Hebeş Ehmed Dîko, Arêf Ehmed Dîko, Henan Ehmed Dîko, Enwer Hesen Seydo, Mihemed Bîla Beko, Bîlal Mihemed Beki, Xalêd Beko, Şewket Yasîn, Osman Mihemed Seydo, Reşîd Me’imo Heso, Bekir Ukaş Xelîl, zaroyên Dilovanber Mihemed Delo”; Û 10-20% vêrgî li ser berhema malmewalên ên li wir ferz kirin, ji bilî dizîna berê zeytûna ji zeviyan bi rengekî tewşankî; Û îsal jî li nav zeviyên ku dest danîne ser jî colban, nîsk û hin tiştên din çandin, û ev yeka jî wê darên zeytûnê nesax bike.

“Guvêşgeha zeytûna ya “Behrî Tahêr”, G. “Qirigolê” – N. Blibilê, berî dagîrkirinê û dizîna hemî acetên wê.”

Xelkên ku li gund mane jî rastî cûrbecûr binpêkirin û tewanan hatin, mîna revandin û girtinên nesûcane, îşkencekirin, rûmetnizimkirin, peresitandin û hin kiryarên din ên qirêj; Piştî deh rojan ji talankirina gund re li 14.3.2018an Z, milîseyan mêr, xort û yên negîhayî li kastîna gund kom kirin, şor û xeber jê re gotin, qurşîn nêzîk û di ser serê wan re avêtin, kotek li piraniya wan xistin, û di encama wê tirsê de, hemwelatî “Şêxmûs Elo” nexweş ket û lal bû; Û di dû re bidehan  têvelwext hatin girtin di gel ferzkirina sezayên diravî, û ji destpêka Avrêla 2018an ve û ta niha çarenûsa girtiyê zorane veşartî “Nûrî Îbrahîm Cabo/43/sal” nediyar e, û weha jî Dilovanber “Ristem Ukaş Xelîl/49/sal” li 15.10.2019an Z, ji aliyê giropeke çekdar e serçavgirtî ve hate revandin, û piştî rojekê ji îşkencekirinê û birina pîkaba wî ya Honday a nûjen hate berdan, lê ji ber mercên sert bi penceşêrê ket, û  neçar bû ku li 3.5.2021an Z koçberî Heleb bibe, û li wir li 28.5.2021an Z bimre.

 

                                                              

“Girtiyê zorane veşartî “Nûrî Îbrahîm Cabo”.”          “Dilovanber “Ristem Ukaş Xelîl”.”

Û ji sivîlên gund hemwelatî “Firdews Seydo keça Mihemed/64/sal” û neviyê wê yê zarok “Mihemed Beko kurê Arêf/12/sal” di komkujiya Taxa Memûdiyê de li Efrînê, di encama topebarana Turkiyê de, li 16.3.2018an Z şehîd ketin.

                                         

“Herdu pakrewan “Firdews Seydo Keça Mihemed” û “Mihemed Beko Kurê Arêf”.”

Herweha milîseyan bihezaran darên zeytûnê bêwijdan, daristana îhracê ya bi ser gund ve li Çiyayê Hawarê, û darên sinoberê “Merxê Bêkir” yên li hember çateriya gund, ji bo êzingkirin û bazirganiyê qut kirin; Û herweha wan hilweşandina Zaretgeha “Midewer” ya Îslamî -piştî ku li dema êrişkeriyê hate topebarankirin- tewaw kir, ji bo lêgerîna li kinzên veşartî û dizîna wan kolan, hesinê bana wê dizîn, û darên derdorê jî qut kirin.

Û hin caran jî xwediyên tirektoran ji xelkê gund neçar dikin, ku sîtêrên ava vexwarinê ji malên endamên xwe û ji yên hatine niştecîkirin re -bê kirê- peyda bikin; Ji bilî wê jî dizîna dubarekirî ji hin malên gund re, mîna mala jinebiya temenmezin”Sedîqe Henan”.

= Girtinên bêsûc:

Destlatên Dagîrkeriyê ev girtin:

– Li 22.2.2022an Z, negîhayî “Eyaz Hesen Zelxoko/14/sal” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna”, ji mala merivekî wî li B.Efrînê, ji aliyê “Asayêşa Leşkerî” ve, û ta niha çarenûsa wî nexuya ye, bê ku em bikanibin sedeman nas bikin.

 Li 27.2.2022an Z, Hemwelatî “Necdet Xelîl Umer/72/sal” ji xelkê Gundê “Şorbe” – Navça Mabeta, ji aliyê asayêşê ve, çar rojan digel ferzkirina sezayeke diravî, bi behaneya hevpişkiya wî di pandina şevayî de, li dema Rêvebiriya Xweser a berê.

 Li 2.3.2022an Z, Hemwelatî “Mihemed Nûrî Mihemed/37/sal” -ajovanê tirektorê li ba encûmena xwecihî- ji xelkê Gundê “Qîbarê”, ji aliyê Rêbenda “Kevanê – Elqews” a çekdar ve – derbasgeha B.Efrînê ya Rojhilat, û ta niha çarenûsa wî nediyar e, û bê ku em kanibin sedeman nas bikin.

 Li 3.3.2022an Z, xort “Mihemed Mihemed Oso” ji xelkê Gundê “Kaxrê” – N.Mabeta, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê ve, û herdu ciwan “Luqman Nûrî Mistefa, Mehmûd Ehmed Hacî” ji heman gundî, ji aliyê rêbenda çekdar ve li derbasgeha Bajarê Cindirêsê, bê ku em kanibin sedeman nas bikin, û ta niha çarenûsa wan nediyar e.

 Li 6.3.2022an Z, herdu hemwelatî “Ciwan Arêf Mistê kurê Ednên /32/sal – Gundê Hechesna û yê berê carekê hatiye girtin, Gîvara Hisên Emo/37/sal – Gundê Çeqelê Cûmê” ji xelkê B.Cindirêsê, tevî desteserkirina ser makîna wan, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê ve – rêbenda çekdar li derbasgeha Bajarê Ezazê, bi tewanbariya têkeliyê bi R.X a berê re, li dema ku diçûne hin gerkiyan bikirin.

 Li 6.3.2022an Z, Hemwelatî “Arêf Mihemed Hemdoş/50/sal” ji xelkê Gundê “Kefircenê” – Navça Şera, ji aliyê “Asayêşa Leşkerî li Ezazê” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re li Efrînê. Û ta niha hemwelatî “Yekbûn Osman Elî/40/sal û birayê wî Xendovan Osman Elî/36/sal, Îbrahîm Reşîd Hemdoş/38/sal” ji heman gundî, ji destpêka Cotmeha 2021an ve girtî û bêsûc û tuhmetên çêkirî bendkirî ne.

= Pirojeya gundekî niştecîkirinê yî nimûneyî yî nû:

Rêvebiriya “avabûnê ya Koçberên Elbû Kemal” li ser rûpela xwe ya Fêsbokê ragîhand ku wê dest bi dûzkirina erdê, parvekirin û vekirina riyan kiriye, da ku malan li ser /112/ cîmalan – rûbera her yekê jî /400/M çarkoşe bigre; Ew di nav “Komelgeha Elberekê” de ye – ya ku di nav pirojeya “Eldahiyê Elşamiyê” de ya ku niha li ser erdekî bi rûbera /20/hezar donim e,  “Encûmena Xwecihî” bê pere baxşandiye û niha tê cîbicîkirin,  parepar hatiye parvekirin, ji aliyê Rojhilat ve bi /10/K.M an ji B.Efrînê dûr e, û ji rex Gundê “Xalta” yê roxandî û koçberkirî de – Çiyayê Lêlûn dest pê dike ta cîgeha bi ser Gundê “Kurzêlê” ve – Şêrewa, bi armanca mewdankirinê; Û herweha diyar kir ku hin ji yên di pirojeyê de tomarkirî li Turkiyê rûniştinin, rewşên diravî û jiyanî yên pireka ji wan baş e, û wê jî erêkirinên fermî ji “Encûmena Xwecihî li Efrînê” û ji Waliyê Turkî wergirtine.

“”Pirojeya Avakirinê ya koçberên Elbû Kemal” – Komelgeha Elbereke – Çiyayê Lêlûn.”

Hêjaye were bîranîn jî, ku li 30.8.2021an Z Gundê “Kiwêt Elrehme” – yê ku ji /380/ perçemalên rûniştinê, mizgeft, dibistan, dermankiringeh, amojgeheke lezberkirina “Qur’anê” û bazareke bazirganiyê pêk tê, da ku anîndeyan tê de bidin niştecîkirin û mewdankirin.

Ew jî di pêvajoya pilaneke rêbazkirî de ye, ji bo avakirina gundine niştecîkirinî yen nimûneyî li herêmê, û çêkirina guhertineke demografî ye berdewamkirî li dijî xelk û nişteciyên wê yên Kurd ên resen.

= Qedexekirina pêşangeheke li ser markirina pêşwext:

Li 2.3.2022an Z, Milîseyên “Odeya El’ezim” nehîşt Pêşangeha”Tabloyine Hunerî” were lidarxistin (ya ku Rêkxirawa “Dengê Jinê” di bin Navnîşana “Ez hîn biçûk im – na ji markirina pêşwext re” amede kiriye, û xelk vexwendiye beşdarbûna wê di navêna /2-4/ ji Avdara em tê de, li “Hola Ciwanan – Elsalê Elşebabiyê” ya li ser “Nanpêjgeha Îmad” li B.Efrînê, û armanca wê ji lidarxistina pêşangehê “hişyarkirina ji metirstiyên markirina pêşwext û çespandina şopên wê yên derûnî, govdeyî û civakî bû” li gor rêkixrawê), û ew qedexekirina li ser vexwendina Kargêriya Fetweyê li Efrînê bû (ya ku “Sekna Diyant a Turkî” bi rengekî yekser serpereştiya wê dike, û ya ku li 3.3.2022an Z, di daxiyaniyeke xwe de weha diyar kirî: Ku ev ton çalakî “raman û nêrînên dûrî ol, sinc û gerdîşeyên me belav dikin” û “vexwendineke mizgînî ye(tebşîrî)” bandoreke neyênî li ser civakê dike, û ji aliyên berpirsiyar xwest ku karê van ton rêxistin û komeleyan rawestînin); Û jêderine xwecihî jî gotin: “ku hunermendên di pêşangehê de pişikdar û yên bi rê ve dibin, ji aliyê çekdar û çalakvanine tundrew ve gefgur xwarin”, û “Toreya Ciwaniyê ya Sûrî – Elşebeke Elşebabiyê Elsûriyê” -ya ku xwestî pêşangehê li dar bixîne- ji aliyên berpirsiyar daxwaz kir ku aştiya endamên wê biparêze.

“Kerta vexwandinê ya pêşangeha “Hîn ez biçûk im – na ji markirina pêşwext re”.”

“Daxuyana Kargêriya Fetwê li Efrînê ya li ser çalakiyên hin rêxistinan.”

Lê li heman dîrokê 3.3.2022an Z, “Kolîca Perwerdeyê li Efrînê/ Zanîngeha Xazî Entab” komcivînek bi navnîşana “Markirin di navêna zanîn, ragîhandin û Rojava de” li dar xist, tê de sê wanevanan raman û hizrên xwe pêşkêş kirin di gel pêşinyar û têwerdanên beşdaran;  Digotin ku Rahîhandina Rojava hewil dide ku “markirinê ji şop û têgeha wê ya rewayetî biçivîne” û”markirin bi temenekî bêlikirî ve nayê girêdan” û “roleke hin komele û rêxistinan ye bi gûman heye, dixwazin hin têgînên şaş li ser markirinê – zewacê, bi riya navnîşanine xweşik en ku hestan dilivînin,  avakirina malbatê li ser bingehên durist qedexe bikin, û têkeliyên nerewa bihevojînin”, li gor Rûpela Kolîcê.

“Komcivîna “Kolîca Perwerdeyê li Efrînê/ Zanîngeha Xazî Entab” li ser markirinê.”

Qedexekirina pêşangehê di pêvajoya belavkirina tevgereke olî ye tunûtûj û berdewamkirina çalakiyên wê yên têvel re derdikeve holê, mîna vekirina “Dibistana Gupikên Buhiştê – Rewdit Bera’imên Cinetê ” hejmar /20/ li Cindirêsê û /21/li Efrînê”, bi beşdariya şandeke olî ye fermî ye Turkî, li heyva borî; Û “Ehmed Sonîtşî” – serokê beşê koç û karguzariyên piştgirya razberî di serokatiya rewşên olî ya Turkiyê de, li Avdara em tê de serdana hin avagehên olî li B.Efrînê kir, da ku rewşên û çawabûna piştgiriya wan nas bike, û ta ku di her gundekî de -çendî biçûk be- mizgeftek, amojgehek ji bo lezberkirina Qur’anê û saziyên din ên olî hebin, digel wê jî lidarxistina kors û waneyan li dû hev, û  pîrozkirin û xelatkirina xwendekarên wê.

“Vekirina dibîstana zarokên biçûk”Gupikên Buhiştê 21 – Bara’êm Elcene 21″ li Efrînê.”

“Seredana “Ehmed Sonîtşî” – serokê beşê koçberiyê û karguzariyên piştgiriya razberiyê di serokatiya rewêşên olî ya Turkiyê de, li 4.3.2022an Z, ji hin avegehên olî re li Efrînê.”

Û divê were bîranîn jî ku diyrdeya markirina pêşwext û anîna bêtirî hevjînekê, di nav anîndeyan de li herêmê bi rengekî fere belavkirî ye, û ew diyardeya li ba civaka xwecihî/nişteciyên resen ne asa ye; Bi taybetî jî R.X a berê mêrkirina keçan di bin temenê /18/salan re û zewaca ji bêtirî jinekê, bi rengekî hişk qedexe kiribû.

= Qutkirina daristanan:

Bi beramberkirina di navêna du wêneyên ku ji aliyê Gogêl Êrs ve hatiye kişandin, ji daristaneke xwezayî li Gundê “Mist’eşûra” re – N.Mabeta û bi bergeheke dora /21/ hiktaran, li (Tîrmeha 2018an Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Tebaxa 2020an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê), em dibînin ku rêjeya qutkirinê dighêje 80%; Û herweha jî di navêna du wêneyan de, ji daristaneke xwezayî li Başûrê Gundê “Kaxrê” – N.Mabeta û bi rûberiyeke dor /46/ hiktaran, li (Tîrmeha 2017an Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Tebaxa 2020an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê), em dibînin ku rêjeya qutkirinê dighêje 50%.

“Daristaneke xwezayî li G.”Mist’eşûra” – N.Mabeta, li (Tîrmeha 2018an Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Tebaxa 2020an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê).”

“Daristaneke xwezayî li Başûrê G.”Kaxrê” – N.Mabeta, li “Tîrmeha 2017an Z berî dagîrkirin û qurkirinê, Tebaxa 2020an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê”.”

Û ji ber ku qutkirin ji dîroka diwem ve û ta niha berdewam e (yanê bêtirî du sal û nîvan), vêca gûman heye ku herdu dibistan weke ku hatibin qirkirin.

= Binpêkirinên din:

Piştî dijberiyê li ser herêmê û dagîrkirina wê, û armanckirina piraniya stasyûnên kişandina ava vexwarinê bi topebaran û dizînên fere, ji ber wê asta  xizmetguzariyên wan binevahiyan nizim bû, û niştecî rastî çetiniyên pir û lêçûnên diravî yên fazle hatin; Û bi ser alîkariyên hin komeleyan di  amedekirin û bikaranîna wan ya wextewext de, lê dîsa jî ew ji nû ve, ji aliyê milîseyan ve rastî dizînan dihatin; Jê, stasyûna Gundê “Maratê” ya ku “Firqit Elhemzat” keblên wê yên elektirîkê û hin amûrên wê -piştî rawestandina komelê ji pişgiriya wê re- dizîn, û ji ber wê jî, ew ji heft heyvan ve, ji xizmetguzariyê derketiye.

Ew pirojeyên avakirina gundên niştecîkirinê ji çarçewa xwe ya mirovhî derdikevin û derbasî asîmana tewanê li dijî pêkhateyeke bingehîn ji pêkhateyên Sûriyê dibin, çimkî guhertineke demografî li dijî hebûn û rola xelkê herêmê pêk tînin.

13.03.2022an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Zaretgeha “Midewer” a Îslamî, G.”Qirigolê” – N.Bilbilê, berî û piştî dagîrkirin, topebarankirin, roxandina tevayî û qutkirina darên wê.

– Stasyûn hilkişandina ava vexwarinê, G.”Qirigolê” – N.Bilbilê, berî dagîrkirinê û dizîna hemî amûrên wê.

– Guvêşgeha zeytûna ya “Behrî Tahêr”, G. “Qirigolê” – N. Blibilê, berî dagîrkirinê û dizîna hemî acetên wê.

– Girtiyê zorane veşartî “Nûrî Îbrahîm Cabo”.

– Dilovanber “Ristem Ukaş Xelîl”.

– Herdu pakrewan “Firdews Seydo Keça Mihemed” û “Mihemed Beko Kurê Arêf”.

– “Pirojeya Avakirinê ya koçberên Elbû Kemal” – Komelgeha Elbereke – Çiyayê Lêlûn.

– Kerta vexwandinê ya pêşangeha “Hîn ez biçûk im – na ji markirina pêşwext re”.

– Daxuyana Kargêriya Fetwê li Efrînê ya li ser çalakiyên hin rêxistinan.

– Komcivîna “Kolîca Perwerdeyê li Efrînê/ Zanîngeha Xazî Entab” li ser markirinê.

– Vekirina dibîstana zarokên biçûk”Gupikên Buhiştê 21 – Bara’êm Elcene 21″ li Efrînê.

– Seredana “Ehmed Sonîtşî” – serokê beşê koçberiyê û karguzariyên piştgiriya razberiyê di serokatiya rewêşên olî ya Turkiyê de, li 4.3.2022an Z, ji hin avegehên olî re li Efrînê.

– Daristaneke xwezayî li G.”Mist’eşûra” – N.Mabeta, li (Tîrmeha 2018an Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Tebaxa 2020an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê).

– Daristaneke xwezayî li Başûrê G.”Kaxrê” – N.Mabeta, li “Tîrmeha 2017an Z berî dagîrkirin û qurkirinê, Tebaxa 2020an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê”.

—————————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-189-13-03-2022-PDF

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (184)

Bixwîne: EFRÎN di bin Dagirkerîyê de (183)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (181)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (185)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (187)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (188)

yekdem.net

Ev nûçe 288 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin