Efrîn di bin dagîrkeriyê de (188)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (188)

.

A+A-

Gundê “Naza” guhertineke demografî fere, girtinine bêsûcane û lîstak bi navên girtiyên “Me’imila”, qutkirina daristanên xwezayî, belavkirina tevliheviyê li Navça Şiyê

Bi kuştina anîndeyê Hemwî “Ebid Elrezaq El’ubêd” re, “Ewlegehiya Feyleq Elşam” û hepsa wê ya taybet li Gundê “Îska” – Şêrewa riswa bûn, ji ber wê serkêşiya “Feyleqê” neçar bû ku wê ewlehiyê û hepsê ji holê rake û hepisciyan jî ji wir veguhêse. Lê hîn bidehan ji hepsên taybet û diziyane yên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî” li herêmê hene, ma çarenûsa yên tê de işkencekirî û zorane veşartî çi ye? Di bin dilovaniya kê de wê bimînin? Û ta kengî bêdengiya Civaka Navdewletî li hember Dagîrkeriya Turkiyê, nandozên wê û rewşên serwerkirî yên herî pîs wê berdewam bike?

Vaye hin binpêkirin û tewanên ku hatine kirin:

= G.”Naza”:

“G. “Naza” û guvêşgeha destserkirî – N.Şera.”

Bi Navça Şera ve girêdayî ye, bi /19/K.M an ji navenda wê dûr e, ji dora /165/malan pêkhatî ye, dora/850/nişte ji Nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, di dema şerê bi ser herêmê de hemî penber bûn, jê /57malbat=170nişte/vegerîn, û dora /110malbat= 650nişte/ ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.

Bi sedema topebaranê ziyan bi piçekî gihîşte /4/malan. Milîseyên “Feyleq Elşam” – a ku ta navîna Gulana 2018an Z nehîştiye xelk vegere ciyên xwe – gund desteser dikin, dest danîn ser dora /110/malan, û tevahiya kelûpelên malên gund -ji bilî dudiyan- dizîn, mîna xwarinvexwarin, raxistok, alav û amûrên elektirîkê, firaxên baqirî û hin tiştên din; Û  herweha jî dizîna du makînan (pîkaba “Mecîd Şêxo”, teksiya “Xelîl Ehmed”), du giropên zayenda elektirîkê (ampêr) ên “Ehmed Îbrahîm” û “Mihemed Hemîd Şêxo”, tevaya acetên guvêşgeha zeytûna ya “Ehmed Osman” (a ku paşê dest danîne ser avahiya wê û kirine axur ji çêlan re), jimarokên ava vexwarinê, guheztok(tirans) û keblên toreya elektirîkê ya giştî û hemî stûnên wê yên textî, keblên xeta voltaca bilind, keblên telîfûna zemînî ya ku ji Navenda Meydankê hatiye kişandin û li nav gund gerandî, û giropa zayenda elektirîkê ya stasyûna kişandina ava vexwarinê ya taybet bi gundên “Naza, Meydankê, Dêrwîş û Alciya”, ya ku paşê ji aliyê rêxistineke fîxaniyê ve hatiye amedekirin û bikaranîn.

Wan dest danîn ser avahiya tîmargeha mirîşkan (ferûc) û ji çêlan re kirin stewil, û dora/700/darên zeytûnê yên xwedî ne li gund, weha jî 50% vêrgî li ser werzên(mûsim)zeytûna yên ku xwedî li derveyî gund û 10% jî li ser ên hene ferz dikin.

Û ji bo êzingkirin û bazirganiyê, wan bisedan darên zeytûnê û piraniya darên Zaretgeha “Takî Ta”, bi rengekî hovane û bêwijdan qut kirin.

Weha jî xelkê ku li gund mane rastî rengereng cûreyên binpêkirinan hatin, mîna revandin û girtinên nesûcane, îşkencekirin, rûmetdaxistin û peresitandin; Û bidehan ji wan bi demên têvel hatin girtin digel  ferzkrina vêrgî û sezayên diravî, mîna xort”Hisên Xelîl Îbrahîm/22/sal” (yê ku ji Avrêla 2018an ve hatiye girtin, û bêtirî sê sal û nîvan zorane hatiye veşartin) ta niha di Hepsa “Maratê” de – Efrîn bendkirî ye, û dê û bavê wî -yên temenmezin- ji bo berdana wî nikanin sezayên diravî bidin û ne jî kanin parêzeran jê re bigrin.

= Girtinine bêsûcane:

Destlatên dagîrker ev girtin:

– Li 7.2.2022an Z, ev hemwelatî “Şiyar Mehmûd” û hevjîna wî “Civîn Ehmed” ji xelkê Gundê “Coqê” – Efrîn, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û asayêşê ve, û piştî ferzkirina sezayeke diravî /2000/P.T li ser her yekî ji wan hatin berdan. Û ta niha Hemwelatî “Ehmed Emîn Elxedo/42/sal” ji heman gundî bêsûc bendkirî ye, lê birayê wî “Selam” ji deh rojan ve hatiye berdan, û herdu jî li 19.1.2022an Z hatin girtin.

– Ji dora deh rojan ve, Hemwelatî “Esmet Hesen Birîmo/38/sal” ji xelkê Gundê “Xezîwiyê” – Şêrewa, ji aliyê rêbenda Gundê “Turindê” ve – Derbasgeha Efrînê ya Başûr, û piştî sê rojan jî ev hemwelatî “Xelîl Ehmed Birîmo/36/sal, Deştî Ezîz Birîmo/39/sal, Rodî Rif’et Kêfo/40/sal, Celîl Ehmed Birîmo/35/sal” ji xelkê heman gundî, ji aliyê “Asayêşa Leşkerî – Efrîn” ve, û yê dawiyê berda û yên din jî birin Hepsa “Maratê”.

– Li 25.2.2022an Z, Hemwelatî “Ciwan Yûsêf kurê Mihemed Nûr” ji xelkê Gundê “Ereba” – N.Mabeta, ji aliyê Milîseyên “Lîwa’i Mihemed Elfatêh” ve, ji ber ku wî karên suxreyî yên ku têne ferzkirin red kirin; Hêjaye were bîranîn ku ew berê jî di navêna 3.4.2018an û 25.1.2021an Z de, hate girtin û zorane hate veşartin.

– Li 26.2.2022an Z, herdu hemwelatî “Mihemed Cabo/56/sal, Ebdo Xelîl/47/sal”, ji xelkê Gundê “Kaxrê” – N.Mabeta, bi behaneya ku wan di dema Rêvebiriya Xweser a berê de bi otombîlên xwe xelk dibirin ser şehîdan, û piştî çend rojan ji girtinê berdan.

– Li 26.2.2022an Z, Hemwelatî “Hisên Ebdo Tona/65/sal” ji xelkê Gundê “Hêkiçê” – N.Cindirêsê, ji aliyê asayêşê ve.

Û weha lîstak bi navê şêst kesî -di nav de jî temenmezin- ji xelkê Gundê “Me’imila” – N.Reco (yên ku di navboriya sê heyvên borî de, bi behaneya hevpişkiya wan di psrêzvaniya şevayî de -ta ku rojeke tenê be jî- di dema R.X a berê de, hatine girtin, û piştî çend rojan ji girtinê û ferzkirina sezayên diravî ta /2000/P.T li ser her yekî ji wan hatine berdan) me bi dest xistin.

“Lîstak bi navên /60/ kesî ji xelkê G.”Me’imila” – N.Reco, yên ku di navboriya sê heyvên borî de hatine girtin.”

= Qutkirina hin daristanan:

– Bi beramberkirina wêneyine du daristanên xwezayî  yên ku ji aliyê Gogêl Êrs ve hatine girtin (Tîrmeha 2017an Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Tebaxa 2020an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê), emê bibînin ku rêjeya qutkirina ya yekê(ya ku li Rojavayê Gundê “Remedana” – N.Cindirêsê dikeve û rûberiya wê dora /62/hiktaran) dighêje 90%, û ya dudiyê (ya ku li Bakurê Gundê “Dela” – N.Mabeta dikeve û rûberiya wê dora/16/hiktaran) dighêje 35%; Û ji ber ku qutkirin ji dîroka diwem ve û ta niha-bêtirî du sal û nîvan- berdewam e, vêca mirov dibêje ku gerek niha beşê pir ji herdu daristanan hatibe qirkirin.

      

“- Daristaneke Rojavayê G. “Remedana” – N.Cindirêsê (Tîrmeha 2017an Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Tebaxa 2020an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê).”

“- Daristaneke Bakurê G. “Dela” – N.Mabeta (Tîrmeha 2017an Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Tebaxa 2020an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê).”

= Binpêkirinine din:

– Hin çekdaran ji malên herdu hemwelatiyan “Receb Mihemed, Yûsêf Ehmed” ji Gundê “Coqê” – Efrîn, alav û amûr dizîn, herweha çekdarekî ji Milîseyên “Firqit Silêman Şah – El’emşat” jî mekin li Hemwelatî “Xelîl Hacî kurê Mistefê /43/sal” ji heman gundî xist û birîndar kir, bi sedema ku wî daxwaza dîkana xwe ya desteserkirî kiriye.

– Piştî derxistina biryara bidûrxistina “Mihemed Elcasêm – Ebû Emşe” ji Navça Şiyê û radestkirina navçê ji Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” re, endamên “El’emşat” dest bi dizîn û belavkirina tevliheviyê kirin, û xelk ditirse ku bi renegekî din û bi şêweyên têvel, binpêkirin pir bibin û rewş pîstir bibe.

Di ber jiyana veşartiyên zorane û girtiyên bêsûc de (yên ku bi tewanên çêkirî tuhmetkirî, û binpêkirin û rûmetdaxistina mirovane gihîştine wan), destlatên Dagîrkeriya Turkiyê berpirsiyar in. Ji ber ku Istîxbaratên Turkiyê sepereştiya doseya girtinê û hepsên milîseyan û tewanên tê de dibin, bi awakî yekser dikin.

06.03.2022an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– G. “Naza” û guvêşgeha destserkirî – N.Şera.

– Lîstak bi navên /60/ kesî ji xelkê G.”Me’imila” – N.Reco, yên ku di navboriya sê heyvên borî de hatine girtin.

– Daristaneke Rojavayê G. “Remedana” – N.Cindirêsê (Tîrmeha 2017an Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Tebaxa 2020an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê).

– Daristaneke Bakurê G. “Dela” – N.Mabeta (Tîrmeha 2017an Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Tebaxa 2020an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê).

 

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (184)

Bixwîne: EFRÎN di bin Dagirkerîyê de (183)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (181)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (185)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (187)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-188-06-03-2022– PDF

yekdem.net

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin