Efrîn di bin dagîrkeriyê de (184)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (184)

.

A+A-

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (184):


Gundê "Dumiliya" - guhertina demografî û roxandina malan, mirina sivîlekî bi işkencekirinê û yekî din bi ketina ji avahiyekê, girtinên bêsûcane, wêrankirina daristanekê
    

D i çarçewa rêbazeke dijayetî li dijî Kurdan û herêmên wan de -ye ku Hikometa Anqerê wênekirî- milîseyên ku bi "Artêşa Niştîmanî ya Sûrî" ya bi Hemahengiya Sûrî - Ixwanî ya Rikber ve girêdayî têne navdan li ser erdê bi rihetiyê xwe kar dikin, û binpêkirin û tewanên têkel û cûrbecûr pêk tînin. Emê ji wan binpêkirin û tewanan van bi bîr wînin:G."Dumiliya":

Bi Navça Reco ve girêdayî ye, /12/KM ji navenda wê dûr e, ji dora /250/malî pêkhatî ye, dora /1300/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, di dema êrişkeriya gund de hemî penaber bûn, jê /130 malbat=350nişte/vegerîn, ên din zorane hatin koçberkirin, û dora /200 malbat=1000 nişte/ ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.

Di encama topebarankirina gund de ziyan tonbiton gihîşte /50/ malî, jê ziyanek pir gihîşte mala hemwelatî "Behrî Mihemed Selman" û heft miyên wî di gel hin berxên biçûk jî mirin.

Piştî êriş û talana Milîseyên "Lîwa'i Mihemed Elfatêh, Lîwa'i /112/" ji gund re, endamên wan xwarinvexwarin, cerên gazê, acet û amûrên elektirîkê, şaşên tilvizyûnan, firaxên baqirî û hin tiştên din ji malan dizîn, û weha jî amûr û çi tiştmiştên di kargeha parêzî û tijîkirina zeytûna sifrê ya "Xelîl Mistefa Umer" de hene. Û wan /4/ mal ên "Cemîl Bekir Mûse, Şêxo Îbrahîm, Îsma'îl Îbrahîm Cemîl, Îsma'îl Şêxo" bi rengekî mebestkirî şewitandin.

Û paşê gund di bin desteserkirina Milîseyên "Lîwa'i /112/" de ma, û wan mala "Cemîl Êçî" ji xwe re kirin biryargeheke leşkerî, û guheztok û keblên toreya elektirîkê ya giştî, keblên telîfûna zemînî, û hemî tiştmiştên malên ku dest danîne ser dizîn; Û serkêşekî wê yî bi navê "Ûsame Rehal" dest danî ser avahiya Guvêşgeha "Hebeş Hebeş Betal". Herweha jî endamên wê makînên "Es'ed Şêxo, Ebdîn Miho Ne'isan, Mihemed Hesen Elî, Hisên Ehmed Mecîd, Şukrî Şukrî Şindî, Hisên Xoce, Hisên Mamo" û tirektorên çandiniyê yên "Ehmed Bekir Silêman, Umer Şêxo, Bekir Bekir Silêman" dizîn.

Û wan dest danîn ser /15/hezar darên zeytûnê yên malbatên "Silêman, Miho, Kino, Ezazîk, Qedem, Memê, Ebdê", û li ser werzên (mûsim) zeviyên zeytûn û simaqê yên bi dest xelkê gund de mane, vêrgiyên têkel ferz kirin.

Û wan ji bo êzingkirin û bazirganiyê bi hezaran darên zeytûnê, darên îhracê yên xwezayî li çiyayê ku li hafa gund û bi ser de jî dareke sinoberê ye simbolî û temenmezin, bêwijdan û hovane qut kirin; Û weha jî çêrandina bêwijdan ji keriyên pêz û dewêr di nav zeviyên zeytûna û erdên çandiniyê de.

Û weha xelkê li gund mane jî rastî rengereng binpêkirinan hatin, jê kuştin, revandin û girtinên bêsûc, işkencekirin, rûmetnizimkirin, standina peran û hin tiştên din; Bi tewanbariya têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re bi dehan - di nav de jin- hatin girtin û revandin, û hin jê ji /2-3/ salan zorane hatin veşartin, û hin jî di bin işkencê de hestiyên wan şikestin, mîna: Hemwelatî "Ehmed Mehmûd Hemo - Malbata Êxcî/35/sal" ji dawiya Avdara 2018an Z ve hate girtin, zorane hate veşartin û ta niha çarenûsa wî ne diyar e. Weha "Hey'it Tehrîr Elşam - Nesra berê" li Idlibê, li 12.12.2019an Z, piştî salkê ji radestkirina Turkiyê jê re, rabû bi qurşînê "Mihemed Bekir Mihemed /21/sal - neviyê Hisên Bekir" kuşt; Û li 13.10.2021an Z, "Ne'imet Behcet Şêxo/33/sal" hevjîna hemwelatî "Xelîl Ne'isan Mûse", ji ber girtin û lêdanê li ba Milîseyên "Asayêşa Leşkerî li Efrînê", li 11.10.2021an Z, û şûnketina tenduristiya wê di encamê de mir.

Kuştin di bin işkencekirinê de:

Li navîna Rêbenda 2022an Z, piştî ku Hemwelatî "Rêzan Mihemed Xelîl/42/sal" ji xelkê Gundê "Ceqelê Jorin" - N.Şiyê -yê ku li Taxa "Zêdiyê" li Bajarê Efrînê rûniştî- çû biryargeha Milîseyên "Ehrar Elşerqiyê", da ku li çarenûsa kurê birayê xwe yê ciwan "Azad Esmet Xelîl" -yê ku bi sedema daxwaza vegerandina mala xwe ya ku desteserkirî, li ba wan girtî- bipirse, ew rastî îşkencekirin û lêdanê bi qundaqa çekê di serî de hat, ji ber wê tenduristiya wî bi şûn ve çû, û ji bo dermankirinê bo Nexweşxana Leşkerî li Efrînê hate rêkirin û paşê jî bo nexwaşxaneyeke Turkiyê, lê li 1.2 2022an Z, ji ber xwîndarvandineke mejî ew mir, û bê ku destlat tu pêngavên lêkolînî û dozgerî ji bo tewanê bavêjin.

Mirina xortekî ji ber ketinê ji avahiyekê:

Li 4.2.2022an Z, xort "Mehmûd Mihemed Cimo/27/sal" li kolana bazara kevin li B.Efrînê ji avahiyeke qatî hate xwar, di encamê de û li ser rêçûna nexweşxaneke Turkiyê jiyana xwe ji dest da, û bi şev termê wî bo Gundê "Aşkê Şerqî" - Navça Cindirêsê hate guhestin, da ku di goristana gund de bê veşartin; Divê were bîranîn ku xort tevî xwediyê xwe di mala wan de ya li Kolana Cindirêsê li Efrînê rûdinişt, û ji berî bûyerê û li dema ku birayê wî çûye firavînê bixwe, wî di dîkana xwe di bin malê de kar dikir. Lê berî ku bira vegere, ew ji dîkanê wenda bû, û gûman heye ku ew hatibe kuştin, çimkî berî demekê wî û hejmarek ji ciwanên anîndeyan dev avêtibûn hev, û piştî bûyerê jî çaketê wî şiqitî hate dîtin li gor jêdereke taybet.

Girtinên vêsûcane:

Desthilatên dagîrkeriyê ev girtin:

Ji dora du heftan ve, xort "Hisên Hisên kurê Behcet/25/sal" ji xelkê B.Cindirêsê piştî vegera wî ji Libnanê ji dora sê mehan ve, xort "Elî Ebdo kurê Elî Îskê" - li Cindirêsê karê berberiyê dike, û xort"Ciwan Yûsêf" - ew jî li Cindirêsê berber e, bi tewanbariya têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên " Asayêşa Leşkerî" ve, û ta niha çarenûsa wan ne xuya ye.

Li 30.1.2022an Z, Hemwelatî "Ednan Erebo/72/sal" ji xelkê Cindirêsê, ji aliyê "Asayêşa Leşkerî" ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, û ta niha çarenûsa wî ne diyar e. Divê bête zanîn ku ew berê jî carekê bi heman tewanbariyê hate girtin.

Wêrankirina daristanan:

Bi beramberkirina di navêna du wêneyên daristaneke îhracê ye li heyştiyî sedsala bîstan li Başûr Rojhilatê Gundê "Omera" - N.Şera hatiye çandin de (wêneyên ku ji aliyê Gogêl Êrs ve, li Mijdara 2017an Z berî dagîrkeriyê, û Rezbera 2019an Z piştî dagîrkeriyê hatine kişandin), em asta qutkirina fere ji daristanê re bi zelalî dibînin; Bi ser de jî, ji ber ku qutkirin ji Rezbera 2019an û ta niha  berdewam e, dibe niha daristan tev hatibe qirkirin.

Bêserûberî û serberdayetî:

Li Siba Yekşemê 30.1.2022an Z, makîna "Xelîl Osman Bekir" - Serokê Encûmena Xwecihî li Reco, li pêş malê li Bajaroka Reco, bi bombeyeke teqîner hate teqandin, û di encamê de kurê wî bi kûranî birîndar bû.

Nixumandina li ser tewanên ku milîs di dermafê Xelkê Efrîne de dikin û filtandina ji darizandinê bûye tiştekî asakirî, ji ber wê ew tu zehmetî an rêgirê di kirinên ku dixwazin bikin de nabînin, mîna dizîn, destdanîna ser malmewalên xelkê herêmê, talankirin, revandin, işkencekirin, kuştin û yên din.

06.02.2022

 Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

 

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin