Du mamosteyên Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê hatin desteserkirin

Du mamosteyên Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê hatin desteserkirin

.

A+A-

Du mamosteyên zimanê Kurdî û endamên rêveber ên Encûmena Çandî-Civakî ya Nûjîn li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hatin desteserkirin.

Encûmena Çandî-Civakî ya Nûjîn di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên ewlekariyê yên Îranê roja çarşemê 18ê Çileya 2023an li nav avahiya dadgeha Sineyê, mamosteya zimanê Kurdî û endama Desteya Rêveber a encûmenê Soma Pûrmihemedî destreser kirine.

Li gor zanyariyan, Soma Pûrmihemedî ji bo şopandina dosyeya hevjînê xwe Îdrîs Minberî serdana dadgehê kiribû.

Îdrîs Minberî, mamosteyê zimanê Kurdî û endamê Desteya Rêveber a Encûmena Jînê di 18 Kanûna (Berfanbar) a 2022an de hatiye desteserkirin.

Encûmena Nûjîn herwiha diyar kir, hêzên ewlekariyê yên Sineyê roja Çarşemê 18ê Çileya 2023an mamosteyê zimanê Kurdî û endamê desteya rêveber a encûmenê Seywan Îbrahîmî desteser kirine.

Îbrahîmî hevjînê Zara Mihemed mamosteya zimanê Kurdî ye ku ji destpêka sala 2022an ve hatiye girtin û niha li girtîgeha Sineyê ye.

Seywan Îbrahîmî pêştir di 3ê Çileya îsal de dema ku dosyeya hevjîna xwe dişopand, li nav avahiya dadgeha Sineyê hatibû desteserkirin lê paşê bi kefalet hatibû berdan.

Encûmena Çandî-Civakî ya Nûjînê di sala 2010an de hatiye damezrandin û navenda wê li bajarê Sineyê ye, lê belê li bajarên din ên parêzgeha Sineyê û hejmarek gundan jî şaxên wê hene.

Çalakiya sereke ya encûmenê, hînkirina zimanê Kurdî, lê çalakiyên çandî û hunerî jî hene. Herwiha hewl dide ziman û çanda Kurdî pêş bixe.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin