Dr. Saman Berzincî: Vîrusa Koronayê gelekê zêde belav bûye

Dr. Saman Berzincî: Vîrusa Koronayê gelekê zêde belav bûye

Wezîrê Tendirustîya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî derbarê zêdebûna jimara berketîyên Koronayê û kêmbûna jimara başbûyên Koronayê de hişyarî da û aşkere kir vîrusa Koronayê geleke zêde li nava komelgehê belav bûye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Roja sêşemê 23.06.2020an Dr. Saman Berzincî ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser facebookê daxuyanîyek belav kir ragihand:”Bilinbûna rêjeya vîrusa Koronayê nû COVID-19, li nava komelgehê gelekî zêde bûye. Ji ber wê çendê ye jimara berketîyan û mirinan zêde jimareya başbûyan jî kêmtir e. Baştirîn rêkar bo kemkirina vê belavbûnê xweparastina takekesî, bikaranîna mask û lepik û çêkirina pişkinîna ye.”

 

Wezîrê Tendirustîya Herêma Kurdistanê, Dr. Saman Berzencî daxwaz kir, ji ber zêdebûna hejmara pêketîyên Koronayê li bajar û bajarokên Kurdistanê, qedexeya hatin û çûnê bo demeke dîyarkirî were ragihandin.

Di konferanseke rojnamevanî Dr. Saman Berzencî ragihand, rojane bi kêmanî 300 hemwelatî hin caran ji vê jimarê zêdetir berketîyên nû yên pêketina koronayê li Herêma Kurdistanê tên tomarkirin Lewma pêwîste careke din biryara qedexeya hatin û çûnê li seranserê herêmê were ragihandin. Berzencî got, pêwîst e qedexeya hatin û çûnê ya di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê weke niha bi tundî berdewam be.

Herwiha Berzincî daxwaz kir, ku dewama fermanberan li herdu kertên giştî û taybet bo demeke dîyarkirî û sînordar jî were ragirtin.

Li alîye din Dr. Saman Berzincî da zanîn divê maske û lepik bi awayekî zerûrî ji alîyê hemû kesî ve were bikaranîn û pêwîste hemû kes pabendî tedbîrên tendirustîyê bin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin