Dr. Saman Berzincî: Li herêma Kurdistanê ti bûyerekî vîrusa korona tine

Dr. Saman Berzincî: Li herêma Kurdistanê ti bûyerekî vîrusa korona tine

Wezîrê tenduristîya hikûmeta herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî li gel ti rewşeke vîrusa korona li herêma Kurdistanê nehatîye tomar kirin jî, lê herêma Kurdistanê ji destpêkê ve amadekarî bo tekoşîna li hember vê vîrusê kirîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Îro encûmena wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê dicive û yek ji mijaran jî belavbûna vîrusa korona ye û tewdîrên pêwîst ên herêma Kurdistanê ye. Wezîrê tenduristîya hikûmeta herêma Kurdistanê jî dibêje, asteke baş de amadekarî hatine kirin û heta naha ti bûyereke koronayê li herêma Kurdistanê nehatîye tomar kirin.

Wezîrê tenduristîya hikûmeta herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ji rojnameya Basnewsê re ragehand, li gel ti rewşeke vîrusa korona li herêma Kurdistanê nehatîye tomar kirin jî, lê herêma Kurdistanê ji destpêkê ve amadekarî bo tekoşîna li hember vê vîrusê kirîye.  Û got: ‘’Di civîna îro 25.02.2020ê ya encûmena wezîrên herêma Kurdistanê de, wezareta tenduristîyê pêşneyara çend tewdîrên nû jî dê bike. Bi taybet derbarê tekoşîn û rêgirîya li vîrusa korona û berdewam jî li ser xetêne em bo rêgirîyê, ku negehe herêma Kurdistanê. Di civînê de çend pêşneyarek nû yên wek tewdîrên pêwîst ên xweparastinê û amadekarî bo rêgirî kirina li vîrusa korona hatine amade kirin. Emê jî pêşkeşî serokatîya encûmena wezîran bikin bo biryarê li ser bidin.’’

Wezîrê tenduristîyê got, tewdîr gelek in û kêlî bi kêlî çavdêrîya belavbûna şewbê em dikin û got: ‘’Berpirsên Bexdayê ku berdewam li gel wan em li ser xet in. Bi aşkerayî nîgeranîya xwe ya derbarê tewdîran de û rêgirîya li şewbê bilêv dikin, kuu Iraqê wek pêwîst tewdîr nehatine girtin, ji ber wê jî destxweşîyê li herêma Kurdistanê dikin. Heta naha li ser asta Rojhilata Navîn di tewdîrên rêgirîya vîrusa nû ya korona de tewdir standinê de asta herî baş a pêwîst de ye.’’

Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin