Dr. Hasan Oktay: Rûsya rolek sereke di hevdîtina Serokên MIT û Muxaberat de lîst

Dr. Hasan Oktay: Rûsya rolek sereke di hevdîtina Serokên MIT û Muxaberat de lîst

Ligor Dr. Hasan Oktay dihate çaverêkirin jî, piştî kuştina Qasim Suleymanî, di navbeyna Sûrîye û Tirkîye de nermbûnek rû bide. Egerên mezin hene, ku Rûsya rolek berçav di nêzîkahîya Sûrîye-Tirkîye de dilîze.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê Kaffkasamê û pisporê Rojhilata Navîn ê Tirkîye Dr. Hasan Oktay, liser hevdîtina Serokê Dezgeha Hawalgirî yê Tirkîye MIT Hakan Fidan û Serokê Ofîsa Ewleyîya Niştimanî yê Sûrîyê 'Elî Memlûk ji K24 re eşkere kir, ku ji berê li Tirkîye dihate çaverê kirin, ku di astek weha de hevdîtin di navbeyna Tirkîye û Sûrîye de were kirin.

Ligor Dr. Hasan Oktay dihate çaverêkirin jî, piştî kuştina Qasim Suleymanî, di navbeyna Sûrîye û Tirkîye de nermbûnek rû bide. Egerên mezin hene, ku Rûsya rolek berçav di nêzîkahîya Sûrîye-Tirkîye de dilîze.

Liser pirsa, ku Tirkîye bi salan dijberîyek herî zêde hemberî Esed dihate birêvebirin û niha di sîyaseta Enqere de guherîn heye? Oktay got, ku bêguman dê guherîn hebin. Ji alî Sûrîye ve jî weha ye. Kuştina Suleymanî dê rewşê biguherîne, Sûrîye dê bibêje: Qasim Suleymanî fişar liser me dikin, niha dê pêwendîyên me bi Tirkîye re baştir bin. Hin guherîn dê di navbeyna Enqere û Şamê de rû bidin.

Ligor Oktay, Tirkîye dê heta hetayê li Sûrîye nemîn e, dê ji Sûrîye derkeve. Enqere dibêje: Em rêzê li serwerîya Sûrîye digrin, em rêzê li yekparçeyîya xaka Sûrîye digrin.

Liser hevkarîyek di navbeyna her du dezgehên hawalgirî de hemberî statuyek Kurdî, Oktay destnîşan kir, ku ev civîna yekem a di vê ast a bilind de ye û di pêşerojê de her du alî dê zêdetir bi hurgilî liser mijaran rawestin.

 K24

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin