“Don Kîxot”ê li Kocaeliyê hate qedexekirin duh li Stenbolê bû

“Don Kîxot”ê li Kocaeliyê hate qedexekirin duh li Stenbolê bû

.

A+A-

Lîstika “Don Kîxot”î wê îşev li Kartalê, paşê li Ataşehîr, Esenyûrt, Avcilarê û li bajarê Çanakkaleyê were nişandan.

Lîstika şanoyê ya “Don Kîxotî” ya Şanoya Bajêr a Amedê, duh li Stenbolê hate nişandan. Şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê, duh bi şev li Kadikoyê, li Navenda Çandê ya Kozyatagiyê lîstik pêşkêş kirin.

Lîstik, ji ber pirtûka Cervantesî ya bi heman navî hatiye girtin. Di lîstikê de karakterê sereke Alonso Quijano ango Don Kîxot e ku jiyana wî di Serdema Navîn de derbas dibe. Ew bi xwe begzade ye û gelek pirtûkên li ser şovalyeyan xwendiye. Piştî demekê ketiye bin bandora van şovalyeyan û bi xwe dixwaze bibe şovalye. Piştî demekê gundiyê hejar û belengaz Sancho Panzayî dike alîkarê xwe. Herdu bi hev re derdikevin rê û mîna şovalyeyan tevdigerin.

Nivîskar Dilawer Zeraqî ev berhem ji bo kurdiyê wergerandiye û Ferhad Feqî derhêneriya wê kiriye. Di lîstîkê de li gorî adaptasyonê rengekî kurdewarî li lîstika orîjînal hatiye zêdekirin û di dema lîstikê de gelek biwêj û gotinên pêşiyan, stran û kilamên bi kurdî hatine bicihkirin.

Lîstikvan li gorî pêşdeçûna lîstikê car caran ji ser sahne ango dikê dadikevin û lîstikê di nava temaşevanan de dewam dikin.

Di lîstikê de Ozcan Ateş, Şahabettîn Dag, Berfîn Emektar, Elvan Koçerî, Ozkan Şeker û Şîlan Alagoz dilîzin.

Lîstika ku beriya niha bi demeke kurt, li Kocaeliyê Şaredariya Çayirovayê ya AKPyê nîşandana wê asteng kiribû wê îro li navçeya Kartalê û paşê jî wê li Ataşehîr, Esenyûrt û Avcilarê û herî dawî jî wê li Çanakkaleyê were nîşandan.

Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin