Divê gelê me di hilbijartinan de dengê xwe nede  tucarên sîyasetê, komîsyoncî û gendelan

Divê gelê me di hilbijartinan de dengê xwe nede tucarên sîyasetê, komîsyoncî û gendelan

Erdal Kurt

A+A-

Roja 31ê Adara 2019an li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê hilbijartinên herêmî li dar dikevin.Li seheya hilbijartinê 3 alternatîf hene. Yek partîyên dewletê ne (Tifaqa Cimhûr, Tifaqa Milet), yek HDP ya ku dibêje ‘Emê neteweke demokratîk ava bikin’ e. Yek jî  alternatifa Kurd û Kurdistanî, ango, Tifaqa Weletperwer û Demokrat e.

HDPya ku dengên 5-6 milyon  Kurdan distîne, bi rêya hinek komîsyoncîyên sîyasetê, hinek beledîyan dide hinek tucarên sîyasetê. Ev tucarên sîyasetê jî namzedîya serokatîya beledîyeyan bi pereyan difroşin. Ev jî di ‘sîyaseta Kurdan’ de rûpelek nû ya rûreşîyê ye.

Belê, ewên ku îro sîmsarîyê dikin û yên ku namzetîya serokatîya beledîyeyan bi pereyan difroşin; ji nuha ve aşkere dikin ku gava sibê beledîye bi destê wan keve dê her tiştî jî  bifroşin. Derdê van sîmsaran û van tucarên sîyasetê ne xizmeta gel û  ne xizmeta doza miletê me ye. Ev sîmsar û tucarana divê bêne teşhîr kirin.

Doza rewa ya miletê Kurd divê di destê sextekar, komîsyoncî ,tucarên siyasetê û gendelan de neyê lewitandin. Her welatperwerekî Kurd û Kurdistanî divê van kesên bê şexsîyet û rûreş û yên ku di lîsteyên xwe de cîh didin vana teşhîr bikin û di hilbijartinan de dengên xwe nedin van kesan û partîyên wan.

Divê gelê me dengê xwe nede ewên ku bi salane bi dizîyê û bi  gendelîyê beledîyeyan îdare dikin.

Divê gelê me dengê xwe nede wan partî û namzedên ku hebûna miletê Kurd, hebûna Kurdistanê, mafê statuyeke sîyasî bo Kurdistanê ne di bernameya wan û di deklarasyona wan ya hilbijartinê de be.

Divê gelê me dengê xwe nede wan partî û namzedên ji ber berjewendîyên xwe yên şexsî û grûbî dikevin bin sîya hinekan û pê li nirx û prensîbên netewî û niştimanî dikin.

Divê gelê me dengê xwe nede wan kes û partîyên ku bi sîyaseta xendek û barîkatan rê ji sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya têkbirina Kurdan re xweş kirine û bi vê sîyaseta xendekan AKP û Erdoğan xurt kirine.

Divê gelê me dengê xwe nede wan namzed û partîyên ku li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkîyeyê piştgirîya partîya faşîst İyi Parti, partîya şowenîst û dagirker CHPyê dikin. Û divê dengê xwe nede van her du partîyên Dewleta Tirk.

Divê gelê me dengê xwe nede AKP û MHP ya ku dijmanîtîyeke bê perwa û bê sinor li himber gelê Kurd dimeşîne.

Divê gelê me dengê xwe nede wan partîyên dibêjin ‘yek welat, yek milet, yek dewlet, yek al’.

Dîvê gelê  me dengê xwe nede yên dibêjin ‘Cimhûrîyeta Demokratîk, Netewa Demokratîk, Welatê Hevbeş’.

Divê em gişt bi dengekî bilind  bêjin êdî weha divê nemeşe.

Divê bi dengekî bilind em bêjin ‘Ne Qeyûm, Ne Xendek’.

Belê ji ber vê yekê jî alternatîfa netewî, niştimanî, Kurdistanî,  Tifaqa Welatperwer û Demokrat e. Û ji ber vê yekê jî, divê gelê me dengê xwe bidin namzedên serbixwe yên welatperwer û demokrat, dengê xwe bidin namzedên serbixwe yên Kurd û Kurdistanî.

Divê em şansê bidin namzedên serbixwe yên welatperwer û demokrat da ku bila nîşan bidin ka ew çawa  bi awayekî şefaf, bi bernameyên  netewî bajarên xwe jî, welatê xwe jî îdare dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin