Divê em dengê Rojavayê Kurdistanê bigehînin cîhanê

Divê em dengê Rojavayê Kurdistanê bigehînin cîhanê

Îro beşek piranîya alîyên sîyasî yên herêma Kurdistanê li Hewlêrê derbarê pirsa êrîşa artêşa Tirkîyê ya ser Rojavayê Kurdistanê de civîyan û derbarê çawanîya xwepêşandan û nerazîbûnan de hin biryar derxistin.

A+A-

BasNews

Di civîna çapemenîyê de endamê rêveberîya Partîya Komînîst a Kurdistanê Ehmed Şêrwanî got: ‘’Hemû alî di civînê de me biryar daye û lijneyekî bo çavdêrî û birêve birina kar hatîye pêkanîn û divê bi yekdeng bi yek armanc, bi yek dirûşim û esprîyê ve emê tevbigerin û nabe naveroka pênaseyê li ti alîyekî dîyar bê kirin.’’

Herwiha got, em dixwazin di xwepêşandan û nerazîbûnan de êriş û hewara hemwelatîyên kurd li Rojavayê Kurdistanê ragehînin û me biryar daye hemû tebeqe û partî û alî li Hewlêrê li pêş binkeyê Netewên Yekbûyî li Hewlêrê em kombibin û dengê xwe bigehînin hemû cîhanê. Ew êrîş û leşker kêşana Tirkîyê em şermizar dikin û em hemû deng û hewara hemwelatîyên Rojavayê Kurdistanê dê bigehînin NY û civaka navnetewî.

Duh hêzên çekdarên Tirkîyê bi awayên cuda cuda êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin