Di sala 2020’an de nêzî 177 hezar karker ji kar hatin avêtin

Di sala 2020’an de nêzî 177 hezar karker ji kar hatin avêtin

.

A+A-

Li gorî daneyên SGK’ê yên di sala 2020’an de 176 hezar û 662 karker ji ber “Kod-29’ê” ji kar hatin avêtin. Karkerên ku bi Kod-29’ê ji kar tên avêtin nikarin tazminata qidem û îxbarê bigirin û ji diravdayînê jî nikarin sûdê bigirin.
 
DÎSK-AR’ê daneyên derxistina ji kar ên sala 2020'an ku qaşo derxistina ji kar a karkeran qedexe bû aşkera kir. DÎSK-AR'ê bi vê derxist holê ku çend karker bi hinceta 'Kod-29'ê' ji kar hatine derxistin. Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) daneyên ji kar derxistin û dest ji kar berdanê naweşîne. Li gorî daneyên DÎSK-AR’ê bi serlêdana CÎMER’ê ji SGK’ê bi dest xistin di sala 2020’an de 176 hezar û 662 karker ji ber Kod-29’ê ji kar hatine avêtin. Li gorî van daneyan karkerên ku ji kar hatine avêtin 34 hezar û 145 jin in û 142 hezar û 517 zilam in. Karkerên ku bi Kod-29’ê ji kar tên avêtin nikarin tazminata qidem û îxbarê bigirin û ji diravdayînê jî nikarin sûdê bigirin. Wekî din karker nikarin ji diravdayîna Fona Sîgorteya Bêkariyê jî sûdê bigirin. Ji bo ku karsaz mafê karkeran ên tazminata qidem û îxbarê xesp bikin serî li vê rêbazê didin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin