Di paşerojê de Iraq dê nefta xwe bide Kurdistanê!

Di paşerojê de Iraq dê nefta xwe bide Kurdistanê!

Bûdceya 10 salên Kurdistanê bi qasî bûdceya du salên şerê DAIŞê nîne!

A+A-

Navendeka Kurdistanî ya lêkolînan ragihandiye, di paşerojê de guhertinên jeopolîtîkî yên wisa dê biqewimin ku Iraq neçar bibe nefta xwe bide Herêma Kurdistanê da ku jê re derbasî deryaya navîn bike.

 

Navenda Lêkolînên Herêmî ya Medîterane (MIRS), ku dezgeheka Kurdistanî ye, raportek bi navê “Li ser bûdce û neftê, tiştekî jî bo Kurdistanê bêjin” belav kiriye û ragihandiye, nakokiya Herêma Kurdistanê û Bexdayê li ser wê yekê nîne ku Herêma Kurdistanê 250 hezar bermîl petrol bide Bexdayê û Bexda jî bûdceya Kurdistanê bide.

 

Di raporta wê dezgeha lêkolînê de, ku aliyê serokê wê Behrûz Ceifer ve hatiye amadekirin, hatiye gotin, bûdceya sala 2019 ya Iraqê, 135 tirîlyon dînar e û tirîlonek jî bûdceya rewşên awarte ye ku dike 136 tirîlyon. Bi milyaran dolar jî alîkariya Iraqê tê kirin. Ji wî diravî tenê 10 tirîlyon ber para Kurdistanê dikeve! Çima kes behsa 126 tirîlyon dînarê din nake?! Çima kes napirse ka ew dirav çawa û li ku tê xerckirin?

 

Di raporta Navenda Medîteranê de hatiye gotin, Iraq welatekî wêran e lê raya giştî û navenda siyasî bi Herêma Kurdistanê ve hatine mijûlkirin. Ew Kurdistana ku ti carî di warê siyasî û ewlehiyê de, nebûye tehdîd li ser Iraqê. Bûdceya 10 salan ya Kurdistanê bi qasî bûdceya du salên şerê DAIŞê nebûye.

 

Serokê wê navendê behsa sektora petrola Kurdistanê û biryarên hikûmeta Iraqê li dijî hinartina wê kiriye. Bi gotina wî pisporî, piştî ku çavkaniyên gaza sirûştî li nav derya spî hatine dîtin, êdî Amerîka û Îsraîl zêde guh nadin kendava erebî.

 

Behrûz Ceifer behsa pilana hikûmeta Iraqê ya kişandina boriyeka din ya petrolê ji Iraqê bo bendera Ceyhan ya Tirkiyê kiriye û pirsiye: Lê ji me re nabêje ka dê wê boriyê ji ku ve bikşîne?! Niha Iraq ew qas nefta Îranê difroşe, nîvê wê mijûlî nefta xwe nîne!

 

Li gorî lêkolînên wê dezgeha lêkolînê, êdî bendera Besra mîna berê bo hinartina nefta Iraqê girîng namîne çimkî guhertinên wisa dê bên kirin ku Iraq neçar bimîne nefta xwe bide Kurdistanê da ku jê re derbasî derya navîn bike…

 

BASNEWS

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin