Di navbera Rejîma Esed û HSDyê da şer

Di navbera Rejîma Esed û HSDyê da şer

Leşkerên rêjîma Sûriyê, şervanekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bajarokê Til Rifatê kuştine.

A+A-

Hat ragihandin, doh hejmarek ji çekdarên mîlîşyayên ser bi rêjîma Sûriyê şervanê HSDê Rênas Hemdoş kuştine.

Li gor agahîyan, piştî bûyera kuştinê, hêzên asayişê destêwerdan kir û şerek di navbera wan derket.

Li gor zanyariyan di encamê de herî kêm 2 çekdarên ser bi rêjîmê va, hatin kuştin û hin malên çekdaran hatin şewitandin. 

Li alîyekî din, hin ajansên nêzîkî hikûmeta Sûrîyê jî îdia kiribû ku roja şemîyê artêşa Sûrîyê, li başûrê rojavayê Reqayê li herêma Je'aydînê qada nêzîkî 3 km ji HSDyê sitandine û digel balafirên Sûrî û Rûsyayê ew herêm kontrol kirine.

Ev îdia ji alîyê jêderên leşkerî yên artêşa Sûrîyê va hat derewandin. Herwiha jêderên xwecîhî jî ragihand ku leşkerên rejîma Sûrîyê kirin ku dizîka bikevnin herêma di bin kontrola HSDyê da ne lê berîya ku HSDyê yekeyek bişîne herêmê, xwe paşve kişandin. Herwiha jêderên xwecîhî îdiayên bombebarana balafirên şer ên Rûs û Sûrîyê jî red kir.

(K24/ Rûpela Nû)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin