Di hilbijartinên Odeya Bazirganiyê ya Amedê de Lîsteya Kesk bi ser ket

Di hilbijartinên Odeya Bazirganiyê ya Amedê de Lîsteya Kesk bi ser ket

.

A+A-

Hilbijartinên Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê bi dawî bûn û desteyeke nû ji bo Serokatiya Odeya  Bazirganiyê hat helbijartin. Lîsteya Kesk a bi serkêşiya Mehmet Kaya, di 16 grûban de jî bi ser ket û  Kaya, bû serokê nû yê odeya bazirganiyê.  

Li Amedê bi hezaran karsaz û xwediyên kompaniyan ji bo hilbijartina rêveberiyeke nû ya Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê çûn ser sandoqan û deng ji bo herdu lîsteyên Şîn û kesk bi kar anîn.

Di hilbijartinê de 2 lîste di 16 grûban de ketin pêşbaziyê. Lê Lîsteya Kesk di 16 grûban de jî bi ser ket. Serokê niha Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê  Mehmet Kaya dîsa weke serokê wê hat hilbijartin.

Serokê Odeya Bazirganî ya Amedê Mehmet Kaya ji Rûdawê re ragihand, di çar salên borî de ew neçar bûn ku ligel qeyûman kar bikin û nebûna ne aramiyê di kar de, astengiyan li pêşya projeyan çêdike.

Kaya diyar kir ku niha gelekî kar ji bo xizmetkirina Amedê nayê kirin û ciwanên wê bêkar in, û ew bi berdewamî li pey derfetên kar digerin, ji bo vê yekê jî pêwîste Amed ji aliyê xelkê Amedê ve bê birêvebirin.

Serokê Odeya Bazirganî ya Amedê dibêje: “Ya rast kar kirin ligel kesên hilbijartî û xizmetkirina vî bajarî ji aliyê hinek kesan ve ku bi hilbijartinê berpirsyariyê werdigrin rêya herî baş e. Di dema çar salên derbasbûyî de wek kesekî hilbijartî danûstandina me rasterast ligel çar kesên wek qeyûm hatibûn danîn bû. Mebesta min ew e ku birêvebirineke nearam li vê parêzgehê dihat dîtin. Egere aramî di rêvebirina kar de xuya neke, proje rûbirûyê pirsgirêkan dibin û asteng rewşê aloz dikin. Dema projeyek tê kirin, bo du-sê mehan nayê kirin, bo çendîn sal tê kirin. Ji bo em xizmeta Amedê bikin, kesên hilbijartî li ser maseya gotûbêjî rûdinên, dicivin, gotûbêjê dikin û bi awayekî rast vê parêzgehê birêve dibin, lê niha ev kar nayê kirin, em nikarin bikin ji ber berdewam daxwazên me hene, daxwazên me nayên cîbicîhkirin û di encam de zerar digihe xelkê Amedê.

Ciwanên Amedê bêkar dibin, derfeta kar bo wan nayê dîtin, em jî hertim pêdagiriyê li ser dîtina derfeta kar dikin. Divê ev parêzgeh tenê ji aliyê Amediyan ve bê birêvebirin, xelkê vî bajarî baştir berjewendiyên xwe dizanin û kar jê re dikin. Eger bi eqliyeta navendê kar bê kirin bêyî wêya bê zanîn di rastî de çi diqewime, bêguman pirsgirêk nayên çareserkirin, ev parêzgeh pêş nakeve, paş dikeve, bêkarî zêdetir dibe û hejarî zêde dibe."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin