Di 2016an de hatîye çêkirin lê di 2014an de hatîye ‘şewitandin’

Di 2016an de hatîye çêkirin lê di 2014an de hatîye ‘şewitandin’

Qeyumê şaredarîya Sêrtê di derheqê mala şînê ku dabû Ocaxên Mengî daxuyanîyek belav kir û îddîa kir ku mala şînê di bûyerên 6-8 cotmeha 2014 de hatîye şewitandin. Lê hat zanin mala şînê di 2016an de hatîye avakirin.

A+A-

Di daxuyanîyê de qeyûm dayîna mala şîne ya Ocaxên Mengî parast û angaşt kir ku avahîya mala şînê dema bûyerên Kobanê yên di 6-8’ê cotmeha 2014’an de hatîye şewitandin û piştî ku hatîye sererastkirin, di 13’ê cotmeha 2019’an de careke din hatîye vekirin. Lê berovajîyê angaşta qeyûm, derket holê ku dema van bûyeran avahîya mala şînê hê nehatîye lêkirin û cihê wê arazaîyekî vala bûye. Li ser bernameya Google Eart’ê jî dema ku bi agahîyên navnîşana “Taxa Bahçelîevler 1421.1 Kuçe, No:1” mala şînê tê nêrîn, cihê avahîya mala şînê vala xuya dike. 

Li gorî agahîyên hatin bidestxistin, Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) ku di Hilbijartinên Herêmî yên 2014’an de Şaredarîya Sêrtê qezenc kir, li ser daxwaza gel di sala 1016’an de mala şînê ya mijara gotinê ye lê kirîye. Lê ji ber tayînkirina qeyûman mala şînê 2 salan nehat vekirin. Piştre di sala 2018’an de qeyûm mala şînê da Navenda Piştgirîya Malbatê (ADEM) ya girêdayî Walîtîya Sêrtê.

  

Di Hilbijartinên Herêmî yên 2019’an de piştî ku şaredarî ket destê HDP’ê, Ocaxên Mengî avahîya mala şînê ya betal temîr kirin û desteser kirin. Rêveberîya şaredarîyê ya HDP’î, di 10 cotmeha 2019’an de bi biryara meclisa şaredarîyê dayîna mala şînê betal kir û biryar da ku avahî careke din li şaredarîyê bê vegerandin. Li gel biryarê jî avahî li şaredarîyê nehat vegerandin. Bi tayînkirina qeyûm a cara duyemîn re, avahî careke din bi biryara meclisa şaredarîyê ji Ocaxên Mengî re hat terxankirin. 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin