Dezgeha rewşenbîrî û medyayî ya PDKê jî bersiva Hesen Nesrulla da

Dezgeha rewşenbîrî û medyayî ya PDKê jî bersiva Hesen Nesrulla da

Dezgeha rewşenbîrî û medyayî ya PDKê bersiva serokê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrulla da ku heqaret li Serok Mesûd Barzanî kiribû.

A+A-

 Navenda Nûçeyan- Bertek û nerazîbûn li dijî serokê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrulla didomin ku heqaret li Serok Barzanî kiribû.

Dezgeha rewşenbîrî û medyayî ya PDKê jî bi daxuyanîyeka nivîskî bersiva wî da û ragihand, wisa xuya dike Hesen Nesrulla bi nefseka lerzok êrişî rêberê Kurdistanê Serok Barzanî kirîye. Serok Barzanî bo aşitîya cîhanê û xoşguzeranîya tevahîya gelên Rojhilata Navîn, bi alîkarîya gelê Kurdistanê û pêşmergeyên qehreman, efsaneya DAIŞê şikand.

Di daxuyanîya wê dezgeha PDKê de her wiha hatîye gotin ku lazim bû Hesen Nesrulla li şûna wî zimanê lerzok, spasîya miletê kurd kiriba ku mezintirîn miletê mezlûm e li Rojhilata Navîn ku bo azadî û aşitî û mirovahîyê xebat kirîye.

Dezgeha rewşenbîrî û medyayî ya PDKê bi tundî gotinên Hesen Nesrulla şermezar kirîye û gotîye, tu ne di wê astê de yî ku bikaribî bo veşartina şikestên xwe xetekî li ser wê pêşerojê de bikşînî ku Serok Barzanî di qonaxa çîya û bajêr de wek rêberê miletekî, asoyek geş bo miletekî mezlûm mîna gelê Kurdistanê li Rojhilata Navîn afirandîye.

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin