Derhêner Cafer Panahî bi 6 sal cezayê girtîgehê ceza kirine

Derhêner Cafer Panahî bi 6 sal cezayê girtîgehê ceza kirine

.

A+A-

Derhêner Cafer Panahiyî rexne li midaxeleya hêzên asayişê ya li xwenîşandanê Îranê kiribû. Panahî hatiye girtin.

Derhêner Cafer Panahî ji ber mesajên li ser hesabên xwe yên medyaya civakî weşandine, bi 6 sal cezayê girtîgehê hatiye cezakirin.

Panahî di Festîvala 65ê ya Fîlman a Berlînê de xelata Hirçê Zêrîn, di Festîvala 71ê ya Fîlman a Cannesê de jî xelata Baştirîn Senaryoyê wergirtiye. 

Derhêner û produktor Mohammad Rasoûlof û Mostafa Aleahmed ji ber mesajên xwe yên medyaya civakî hatibûn girtin û Panahî dema çûbû Girtîgeha Evînê da ku serdana wan bike, hatibû desteserkirin. 

Berdevkê Wezareta Dadê aşkere kiriye ku Panahî şandine Girtîgeha Evînê. 

Festîvala Fîlman a Cannesê, bertek nîşanî girtina her sê derheneran daye. Rêveberiya Festîvalê gotiye: 

“Em weke Festîvala Fîlman a Cannesê, girtinan û zext û zordariyên li ser hunermendan şermezar dikin. Em weke Festîvalhe bang dikin ku Mohammad Rasoulof, Mostafa Aleahmad û Jafar Panahi demildest serbest bibin.”

Berlinale yê jî derbarê girtina hunermendan de daxuyaniyek weşandiye. Dîrektora Festîvalê Mariette Rissenbeek û Carlo Chatrianî di daxuyaniyê de gotiye, “Hunermend ji ber ku li dijî tundkariyê ketine nava hewldaneke aştiyane hatine girtin, ev tiştekî gelekî ecêb e.” 

Derhênera navdar Juliette Binoche ya ku di fîlmê "Copie Conforme" de bi hev re lîstine, ji bo biryara girtina Panahiyî gotiye, "Sûcê wî hunermendî ye, serbixwebûnî ye." 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin