Davutoglu dê çi bide Kurdan?

Davutoglu dê çi bide Kurdan?

Derbarê meseleya xwendina bi zimanê Kurdî de xwendinên cîyawaz hene ku Ahmet Davutoglu di merasîma ragihandina partîya xwe de behs kiribû. Hinek weke gaveke ‘wêrek’, hinek weke ‘kêm’ û hinek jî gaveke ‘di çarçoveya sîyasî’ dibînin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Roja 13ê vê mehê serokwezîrê berê yê Tirkîyê, Ahmet Davutoglu, dawî li gengeşeya dirêj anî di nav raya giştî ya Tirkîyê de derbarê cudabûna ji AKPê û damezirandina partîyeke nû. Davutoglu bi amadebûna 154 endamên damezrêner li hotela Bîlkent li Enqereya paytexta Tirkîyê, damezrandina partîya xwe, Partîya Paşerojê ragihand.

Ahmet Davutoglu di gotara xwe de daxwaza vegera bo demokrasî, azadî, yeksanî, rêzgirtin, exlaqê sîyasî, azadîya ragihandinê û cudabûna desthilatan kir ku ev çaverêkirî bûn. Lêbelê ew a ku çaverênekirî bû, perwerdehîya bi zimanê dayikê bû ku got, “Pêwîst e dewlet di meseleya perwerdeya bi zimanê dayikê, nasnema û bawerî, berengarbûna dijayetîya mezhebî, weke hev nêzikî hemûyan bibe. Bikaranîna zimanê dayikê li cihên giştî peywestbûna hemwelatîyê bihêztir dike.”

Kurd derbarê Davutoglu de bi guman in!

Davudoglu di navbera salên 2003-2009an de mezintirîn şêwirmendê herdu serokwezîrên Tirkîyê, Abdullah Gul û Recep Tayyîp Erdogan bû. Ji 2009an ta 2014an wezîrê derve yê wî welatî bû. Ji Îlona 2014an heta Gulana 2016an serokwezîrê Tirkîyê bû. Davutoglu weke endezyarê sîyaseta Tirkîyê li hember qeyrana Sûrîyê û herwiha li maweyê  serokwezîrtîya wî de jî, şerê nav bajaran ên di navbera PKKê û artêşa Tirkîyê de dest pê kir ku bi ‘şerê xendekan’ tê naskirin û di wê heyamê de çendîn bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê wêran bûn. Her ji ber hindê beşek ji Kurdan bi bi guman li gotinên Davutoglu dinêrin.

Nesrîn Nas, akademîsyen û sîyatmedara berê li Tirkîyê derbarê dirûşm û sozên Davutoglu de ji Rûdawê re ragihand, “Piştî hilbijartinên hezîrana 2015an, dema ku operasyonên wêrankirina bajarên Kurdan dest pê kir, Davutoglu  serokwezîr bû. Kurdan, qedexekirina hatinûçûnê, kuştin û hovitîya wê dem jibîr nekirine. Di heman demê de bo ew ên ku çûne nav DAIŞê, got ‘mejîyê wan aloz bû’, bo ku berpirsyarîyên komkujîyên Pirsûs û Enqerê nexe ser DAIŞê, pênaseya ‘kokteyl teror’ bikar anî. Her Davutoglu endezyarê sîyaseta îro ya Tirkîyê ye li Sûrîyê. Kurd bi hêsanî vê jibîr nakin.”

Cafer Solgun, nivîskarê ji Dêrsimê Bakurê Kurdistanê, dibêje, “Dema ku behsa Davutoglu dikin, operasyonên xendeqan tên bîra Kurdan, sîyaseta Sûrîyê bi bîr tê. Ji ber hindê gelek asayî ye ku Kurd gelek girîngîyê bi gotinên wî û partîya wî nedin.”

Derbarê egera desthilatbûnê jî Solgun dibêje, “Dibe bikare AKPê ji desthilatê dûr bixe, bikare Erdogan ji ser kursîya wî der bike, lê gelek zehmet e bikare bibe desthilat.”

Bayram Zîlan derbarê helwesta partîya li ser çareserkirina pirsa Kurd de ji Rûdawê re got, “Sîyaseta AKPê azmûnek e, rêzdar Davutoglu sûd jê dibîne. Dibe di meseleya çareserîyê de xwe dûr bigire ji dûbarebûna xeletîyên di serdema AKPê de. Em dixwazin vê meseleyê bi temamî ji rojeva Tirkîyê derxin û çareser bikin.”

Di dewama gotinên xwe de Zîlan dibêje, “Em dê li gel Kurdan rûnin û rêk bikevin. Berî niha tenê li gel PKKê guftugo hatine kirin, ev xeletîyeke mezin bû, xelk ji me nîgeran bûn.”

Derbarê wan rexneyên arasteyî Davutoglu tên kirin derbarê rûdanên di heyama serokwezîrîya wî de, Bayram Zîlan dibêje, “Di dema şerê xendekan de gelek hewl da ku zîyan negihije xelkê sivîl. Hinek dixwazin tohmetên ne rast arasteyî Davutoglu bikin. Di wan rûdanan de weke salên 80 û 90î ‘aqilê kevn’ ê dewletê serdest bû.”

Bayram Zîlan bawerî bi Davutoglu heye ku pirsa Kurd çareser bike û dibêje, “Ev pirs wek berê bi xapandin û bikaranîna zimanê biratîyê nayê çareserkirin. Di vê bawerîyê de me, birêz Davutoglu dikare di vê çarçoveyê de hemû alîyan razî bike û meseleyê bigihîne çareserîyê.”

Daxuyanîyên davutoglu derbarê perwerdehîya bi zimanê dayikê di vê qonaxê de ku demokrasî û azadî li Tirkîyê bi paş ketîye, girîngîya xwe heye û dûr nîne bi destpêkek bo şikandina wê tirsa ku li Tirkîyê ji alîyê desthilatê ve hatîye pêkanîn.

Herwiha jibilî Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) û partîyên Kurd ên berî wê, partîya Davutoglu di komara Tirkîyê de dibe yekem partî ku bi awayekî aşkere piştevanîyê li mafê perwerdehîya bi zimanê dayikê dike.

Li gor nivîskarê Tirk Yildirîy Ogur, di wê serdema ku Davutoglu serokwezîr bû, karên girîng bo çareserkirina pirsa Kurd kirine û dibêje, “Berevanî li proseya çareserîyê kir, di nermkirina rewşa piştî rûdanên Kobanê û rêkevtina Dolmabahçe roleke sereke hebû. Ji bo berdewamkirina proseya çareserîyê çendîn kombûn pêk anîn.”

Yildiray Ogur dibêje, Davutoglu di merasîma ragihandina partîya xwe behsa tiştên girîng kir ku yekem car e partîyeke Tirkîyê behs dike û dîyar dike, “Li Tirkîyê behskirina li ser pirsa Kurd hêsan nîne. Di bernameya behsa pirsa Kurd dike ku cihekî taybet bo veqetandîye bi hûrgûlî behsa vê pirsê dike. Li gor wî pirsa Kurd pirseke dîrokî ye û pirsa terorê nîne ku ev jî şîroveyeke bi nirx e.”

Li gor wî nivîskarî, Davutoglu li gel Elî Babacan dikarin hevsengîya di navbera opozîsyon û desthilatê biguherin, “bi taybetî jî muhafezekarên Kurd ku niha deng didin AKPê, ji nêzîk ve çardêrîya Davutoglu dikin.”

Nivîskar û şîrovekarê sîyasî yê Kurd Îlhamî Işik jî dibêje her partîyeke sîyasî ya nû nikare peywest bi Kurd roleke nerênî bigire û dîyar dike, “Damezrandina vê partîyê bo Kurdan dibe destpêkek bo kêmkirina ew zilm û nedadperwerîya li hemberî Kurdan.”

Îlhamî Işik dibêje, “Weke gaveke destpêkê tiştekî baş e, partîyeke muhafezekar berevanîyê li mafê xwendina bi zimanê dayikê bike, di nav AK Partîyê de berevanî li zimanê dayikê nehate kirin. Ev cudahîyeke mezin û girîng e. Sîyaseta Kurdî li Tirkîyê ji her tiştî zêdetir çav li ser zimanê dayikê ye.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin