DAIŞê serê 50 keç û jinên Êzidî jê kirin

DAIŞê serê 50 keç û jinên Êzidî jê kirin

Serokê Eşîrên Şingalê Luqman Gulî ragihand ku li bajarokê Baxoza parêzgeha Dêrezorê ya Rojhilatê Sûriyê di van heyamên dawiyê de derdora 50 jin û keçên Kurdên Êzidî serê wan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine jêkirin.

A+A-

Serokê Eşîrên Şingalê Luqman Gulî derbarê çarenivîsa Kurdên Êzidî yên di 3yê Tebaxa 2014an de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine revandin de civîneke rojnamevanî saz kir.

Luqman Gulî wiha got: “Berî çend saetan agahiyeke biêş me bihîst. Tê gotin ku di van heyamên dawiyê de li bajarokê Baxozê yê Sûriyê DAIŞiyan derdora serê50 jin û keçên Êzidî jêkirine.”

Gulî diyar kir wan ev zanyarî ji çavkaniyên hêzên Brîtanî wergirtine û da zanîn ku tevahiya ew keç û jinên Kurdên Êzidî yên hatine kuştin di tebaxa 2014an de li Şingalê ji alî çekdarên DAIŞê ve hatibûn revandin.

Serokê Eşîrên Şingalê daxwaz ji Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê kir ew tevahiyan dîlên di destê rêxistinê de ne rizgar bikin û wiha pê de çû: “Em daxwazê ji hikûmeta Iraqê dikin berpirsiyaretiya xwe li beramberî hemwelatiyên xwe pêk bîne. Em dixwazin ku rewşa kesên hatine revandin were zelalkirin û cinazeyê şehîdan bêne dîtin.”

Gulî herwiha got: “Em banga tevahiya saz û dezgehên û navnetewî yên peywîndidar, Encumena Asayişa Neteweyên Yekbûyî û nûnerên dewletan dikin ku li Iraqî û Sûriyê ji bo rizgarkirina dîlên di destê DAIŞê de kar bikin.”

Di heman demê de Luqman Gulî xwest ku girtiyên DAIŞê bêne cezakirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin