Dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê zindanê da Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê

Dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê zindanê da Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê

.

A+A-

Doza ku 3 sal berê ji aliyê Serdozgeriya Diyarbekirê ve di derheqê Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê hiqûqnas û mafparêz Mehmet Emîn Aktar de hatibû vekirin, bi biryara 6 sal û 3 meh cezakirina Mehmet Emîn Aktar hat encamdan.

Doz bi hênceta ku Mehmet Emîn Aktar dema Serokê Baroya Diyarbekirê bû ye, beşdarî civînên Kongreya Civaka Demokratîk KCDê bûye hatibû vekirin û ceza jî bi heman sedemê hatiye dayîn.

Mehmet Emîn Aktar jî di hesabên xwe yên medya civakî de, da zanîn ku ev doz jî û ceza jî bi mebesta çavtirsandinê hatiye destpêkirin û dayîn.

Herwiha Aktar ragihandiye ku bi daxwazên siyasî tê xwestin ku her kesek xwe wek kurd dibîne, divê girtîgehan jî bibîne, tê amajekirin.

Di wê serdemê de ku Mehmet Emîn Aktar Serokê Baroya Diyarbekirê bû, KCDê civînên xwe bi nûnerên nêzîkî 720 rêxistinan re dimeşand.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin