Dadgeha Frankfurtê cezayê Jenosîda Êzdîya da DAÎŞîyekî

Dadgeha Frankfurtê cezayê Jenosîda Êzdîya da DAÎŞîyekî

.

A+A-

Frankfurt, Îro 30.11.2021 de dadgeha Frankfurtê a Almanyayê DAÎŞîyekî erebê Iraqî yê bi navê Taha El- Cumelî bi tohmeta li himber Êzdîyan jenosayîdê darizand. Eva cara pêşîye ku çekdarekî DAÎŞî bi tohmeta Jenosayda Êzdîyan tê darizandinê.

Dadgeh di rûniştina xwe ya pêşî de cazayê hetahetayê da tohmetbar Taha El Cumelî û herwiha cezayê ku qet nekaribe derkeve derve (Li Yasayên Almanyayê mehkumekî ku hikmê hetahetayî xwaribe piştê 15 salan dikare carina derkeve derve) jî lê zêdekir.

Dema dadgeh hikmê cezayê xwend, mehkûm jixweve çû. Piştê hat serhişê xwe dadge hikmê wî dubare kir.

Eva cara yekeme ku kesekî bi tohmeta Jenosayda Êzdîyan tê darizandinê û hikmê hetahetayî lê tê birînê.

Û eva wek Jensoayda Êzdîyan ya ji alîyê DAÎŞê ve kete dîroka cîhanê.

Biryarekî bi vî rengî, di dema darizandinên Nurenbergê de di warê hiqûqî de têgehekî bi navê Jenosayîdê nebû. Di 2 Êlona 1998 de, Dageha Navnetweyeî ya Rûanda (Dadgehekî ku ji alîyê Yekîtîya Dewletan ve hatîye  pêkhanînê ye) di dû darizandinekî ku di hizûra dadgehekî navneteweyî pêkhatî de, di cîhanê de cara yekem bû ku biryara cezayê jenosayîdê hatibû dayînê.

Kesekî bi navê Jean-Paul ku di heman demê de serokê şehrewanîya Taba ya Rûanda bû, ji ber birêvebirina kiryarên Jenosayîd ê û herwiha ji ber sûcê beramber mirovahîyê hatibû darizandinê û hikum xwaribû.

RN/Almanya

30.11.2021

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin