Covid-19: Li cîhanê hejmara pêketîyan ji 6 milyon û 450 hezarî derbas bûye

Covid-19: Li cîhanê hejmara pêketîyan ji 6 milyon û 450 hezarî derbas bûye

Li tevahîya cîhanê heta niha 6 milyon û 452 hezar û 703 kes bi Covid-19ê ketine. Zêdetirî 3 mîlyon nexweş jî filitîne.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor malpera Worldometerê ya daneyên Covîd-19ê berhev dike li cîhanê 382 hezar û 484 kes ji ber vîrusê mirine, 3 milyon û 67 hezar û 681 kes baş bûne.

Li cîhanê 3 milyon û 2 hezar û 538 kesên nexweş tên dermankirin.

Herî zêde pêketî li DYAyê mirine 

Welatê ku mirin û pêketîyên wê herî zêde ne, DYA ye. Li DYAyê hejmara kesên bi vîrusê ketine bûye milyonek û 881 hezar û 205 û ji ber vîrusê heta niha 180 hezar û 59 kes jî mirine.

Welatên ku ji 50 hezarî zêdetir nexweş lê hene

Di "Worldometer"ê da welatên ku hejmara pêketîyan ji 50 hezarî zêdetir e wiha hatin rêzkirin:

"Brezîlya (558 hezar û 237), Rûsya (423 hezar û 741), Îspanya (287 hezar û 12), Îngiltere (277 hezar û 985), Îtalya (233 hezar û 515), Hindistan (207 hezar û 615), Almanya (184 hezar û 91), Peru (174 hezar û 884), Tirkîye (165 hezar û 555), Îran (157 hezar û 562), Fransa (151 hezar û 325), Şîlî (108 hezar û 686), Meksîka (97 hezar û 326), Kanada (92 hezar û 410), Erebistana Siûdî (89 hezar û 11), Çîn (83 hezar û 21), Pakistan (80 hezar û 463), Qeter (60 hezar û 259) Belçika (58 hezar û 615) û Bangladeş (52 hezar û 445)."

Li van welatan hejmara kesên ji ber Covîd-19ê mirine jî wiha ye:

"Îngiltere 39 hezar û 369, Îtalya 33 hezar û 530, Brezîlya 31 hezar û 309, Fransa 28 hezar û 940, Îspanya 27 hezar û 127, Meksîka 10 hezar û 637, Belçika 9 hezar û 505, Almanya 8 hezar û 674, Îran 7 hezar û 942, Kanada 7 hezar û 395, Hindistan 5 hezar û 829, Rûsya 5 hezar û 37, Çîn 4 hezar û 634, Peru 4 hezar û 767, Tirkîye 4 hezar û 585, Pakistan 1688, Şîlî 1188, Bangladeş 709, Erebistana Siûdî 549 û Qeter 43."

Zêdetirî 3 mîlyon nexweş filitîne

Li gorî "Worldometer"ê li tevahîya cîhanê heta niha 3 mîlyon û 66 hezar û 698 kes ji nexweşîyê filitîne û baş bûne.

Her weha hejmara zêde ya kesên ku ji şewba vîrusa Covîd-19ê filitîne li DYAyê ye. Li welatî heta niha 645 hezar û 974 kes baş bûne.

Di "Worldometer"ê da li piştî DYAyê welatên ku nexweş herî zêde ji vîrusa Covîd-19ê filitîne ev in:

Brezîlya (253 hezar û 570), Rûsya (186 hezar û 985), Almanya (166 hezar û 400), Îtalya (160 hezar û 92), Tirkîye (129 hezar û 921), Îran (123 hezar û 77), Hindistan (100 hezar û 303), Şilî (86 hezar û 173) û Çîn (78 hezar û 314) kes.

Şewba Covîd-19ê heta niha li 200 welatî belav bûye.

Li tevahîya cîhanê 6 milyon û 452 hezar û 391 kes bi vîrusê ketine û 382 hezar û 479 kes jî bi vîrusê mirine.

Bianet

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin