Cizîrî: Kampanyaya ji bo zimanê kurdî rastî pêşwaziyeke mezin hat

Cizîrî: Kampanyaya ji bo zimanê kurdî rastî pêşwaziyeke mezin hat

.

A+A-

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî li ser destpêkirina kampanyaya îmzeyê ya ji bo fermîbûna zimanê kurdî diyar kir ku ev kampanya bi awayekî girseyî dest pê kiriye û cara pêşî ye rêxistinên sivîl, partiyên siyasî, serokên wan û serokên saziyên sivîl û rewşenbîr û parlamenter bi vî awayî beşdarî kampanyayê dibin.

Şerefxan Cizîrî ji bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser mijara destpêkirina kampanyaya îmzeyê ji bo fermîbûna zimanê kurdî, axivî.

Cizîrî destnîşan kir kir ku ev kampanya bi awayekî girseyî dest pê kiriye û got: “Bi rastî cara pêşî ye bi vî awayî rêxistinên sivîl, partiyên siyasî, serokên wan û serokên saziyên sivîl û rewşenbîr û parlamenter û rûspî û gelek kesên din, me anîn cem hevdu, helbet ev ne tenê Platforma Ziman ev kir, me û Tora Ziman û Çanda Kurdî, bi hev re komîsyoneke hevbeş avakiribû. Qeweta me ji vir tê, em bi hev re vî karî dimeşînin.”

Şerefxan Cizîrî diyar kir: “Komeleya Federasyonên Kurdistanê ya li Swêdê jî tiştekî wisa kiriye û nêzîkî 20 parlamenterên Swêdî îmze kirine, ez bawer im dê hîn zêdetir bibe. Daxwaza me ji hemû Ewropayê, Almanya, Fransa, Îngiltere, Îtalya û Îspanya û li hemû deverê, li welatê me bi xwe jî, kurdên me yên li Başûr in, kurdên me yên li Rojhilat in, yên me yên ku li Rojava ne, bi rêya online, bi rêya înternetê, ew jî beşdarî vê kampanyayê bibin. Û em bi xwe jî, weke ku me gotiye, li hemû bajar û bajarokên ku kurd lê dijîn, cihên ku bajarên kurdan in, em ê vê kampanyayê bidin meşandin.”

Li ser armanca kampanyaya îmzeyê eşkere kir: “Armanca me ev e ku bi milyonan îmze berhev bikin û em ê van îmzeyan pêşkêşî serokomar jî bikin, Parlamentoya Tirkiyê jî bikin, em ê pêşkêşî partiyên siyasî jî bikin û eger lazim bibe, em dikarin vê derxin derveyî welat jî, li Yekîtiya Ewropayê, li konseya Ewropayê, dezgehên ku pirsa kultur û ziman dadikevin, bidin wan jî.”

Derbarê sedema eleqeya mezin a ji her partî û saziyên sivîl de Şerefxan Cizîrî destnîşan kir: “Ji ber ku bingeha me fireh e, em doza ziman dikin, ziman jî yê me hemû kurdan e, kîjan kurd dibe bila bibe, di nav AK Partî de jî kurd hene, di nav CHPê de jî hene û di nav partiyên din de jî hene, ev pirs pirsa wan e jî, em dixwazin ew jî tevlî vî karî bibin. Eleqeya ku heye ji wê tê, bi yekgirtin û bi hev re karkirinê tê.”

Li ser pêşbîniya bandora kampanyayê jî da zanîn: “Mirov nikare ji niha ve bibêje dê çi qas bandorê bike, lê ez bawer im îrade û daxwaza gelê kurd dê eşkere derkeve.”


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin