Çîn: Ger Amerîka jiber Korona Toleyan Ragihîne Emê Bersîvên Tund Bidin

Çîn: Ger Amerîka jiber Korona Toleyan Ragihîne Emê Bersîvên Tund Bidin

AFP’ê dîyar kir ku ger Amerîka jiber şewba vîrusa korona dijî Çînê toleyan ragihîne, ew welat jî dê bersîvê bide.

A+A-


Navenda Nûçeyan - Li gor nûçeya AFP’ê, Berdevikê Parlamana Çînê Zhang Yesui gotîye ku ger Amerîka jiber vîrusa korona dijî wan toleyan ragihîne ewê bi tundî bersîvê bidin.

Zhang Yesui dibêje ku divê Amerîka jiber kêşeyên xwe welatên din tawanbar neke.

Komarîyên Civata Senatoran ya Amerîka hefteya borî ser toleyên dijî Çînê bernivîsek hazir kiribûn.

Bi bernivîsê ji Serok Donald Trump tê xwestin ku li ser Çînê jiber belavbûna vîrusa korona zextê çêke û ger ew agahîyên zelal nede dijî wê toleyan ragihîne.

Vîrusa korona di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê nîşan didin ku vîrusa korona li Amerîka pirtir ji 93,000 û li Çînê jî bi qasî 5000 kes kuştine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin